Çevîrmen: Tecrîdkirina girtiyan tedbîr nîne

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku şewb li girtîgehê gihîştiye asteke metirsîdar, lê belê agahî nayên dayin û got, di bin navê tedbîrê de tecrîdkirina girtiyan nerast e.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mİrovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen diyar kir, ku sermijartina li ser piyan ku beriya niha li hin girtîgehan nedihate pêkanîn, êdî tê ferzkirin.

Çevîrmen li ser binpêkirina mafên mirovan û bandora şewbê ya li girtîgehan ji ANF'ê re axivî. Çevîrmen anî ziman ku di vê demê de ji girtîgehan û malbatên girtiyan gelek serlêdan li wan bûne û malbat bi fikar in. Çevîrmen bal kişand ser greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirşehîrê û got, "Ji ber ku serjimartina bi rengê leşkerî ya li ser piyan hate ferzkirin, pirsgirêk derket. Piştre ew xistin cihên yek kesî. Li dijî vê binpêkirina mafên mirovan 122 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne. Roja Sêşemê çar girtî ne bi dilê xwe ber bi Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1 a Kayseriyê, du girtî jî ber bi Girtîgeha T Hejmara 2 a Tarsûsê hatin sirgûnkirin. Di dema sirgûnkirinê de li wan dan û lêgerîna tazîkirî li wan hate ferzkirin. Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê tevî ku me du caran xwestin hevdîtinê bidin, bi mev re hevdîtin nekir. Beriya demeke kurt me xwe gihand dozger, lê belê bersiv neda pirseke me."

ŞEWB BELAV BÛYE, AGAHÎ NÎNE

Çevîrmen diyar kir ku li girtîgehan şewb di asteke metirsîdar de belav bûye, lê ew nikarin agahiyê ji saziyên pêwendîdar wer bigirin. Çevîrmen got, "Hefteya derbasbûyî agahî ji me re hat ku li Girtîgeha Vekirî ya Erzîromê girtiyên bi vîrûsa koronayê ketine hene. Her wiha em zanin ku li girtîgehên Dîlok, Sîlîvrî, Konya û Sîncanê jî girtiyên bi vîrûsê ketine hene. Daxuyaniyeke fermî nayê dayin, lê belê diyar e ku şewb belav bûye."

TECRÎDKIRIN TEDBÎR NÎNE

Çevîrmen destnîşan kir ku bi îzolekirina girtiyan re tedbîr nayê girtin û got, "Tenêhiştin, tecrîdkirina girtiyan, qedexekirina sohbetê û aktîvîteyên sporê dibe sedema pirsgirêkê. Mirovên li girtîgehê ji xwe pêwendiya xwe bi jiyana li derve re nîne û ji azadiya xwe bêpar in. Bi tecrîdê re ji mafên xwe yên heyî jî bêpar tên hiştin. Bi wergirtina tedbîrên pêwîst pirsgirêkên wiha dikarin çareser bibin. Hîn jî maskeyan nadin, ode nayên dezenfektekirin, tenê sabûnê didin hin girtîgehan. Ji bo astengkirina rîskê, tecrîdkirina girtiyan çareserî nîne."

REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ GIRANTIR BÛYE

Çevîrmen diyar kir ku karantînaya 15 rojan a piştî çûyîna nexweşxaneyê ji bo girtiyên nexweş ne guncav e û got, "Hin girtiyên nexweş hene ku bi tena serê xwe nikarin bijîn. Rewşa fîzîkî ya nexweşan li ber çavan nayê girtin. Rewşa girtiyên nexweş gelekî giran e, ji ber ku piştî nexweşxaneyê dikevin karantînayê hin nexweş naçin nexweşxaneyê û ev yek jî rewşa wan girantir dike. Pirsgirêkên li girtîgehan li şûna ku kêm bibe zêde dibin. Malbat gelekî bi fikar in."