Çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Îdlîbê dest bi dagirkeriyê kirin
Artêşa Tirk û çeteyên wê îro li dijî Îdlîbê dest bi operasyona dagirkeriyê kirin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê îro li dijî Îdlîbê dest bi operasyona dagirkeriyê kirin.
Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk li ser sînor, dîwarên li hemberî gundê Kefer Solînê yê Îdlîbê rakirine. Li ser medyaya civakî vîdeo jî hatin parvekirin. Di van vîdeoyan de tê dîtin ku çeteyên bi navê El Hemzat ên girêdayî Tirkiyeyê ber bi Îdlîbê ve diçin. Di vîdeoyan de çete dibêjin “Îdlîb, em tên.”
Komên çeteyan bi çekên giran ber bi Deriyê Sînor ê Bab El Hewayê ve diçin. Ev derî nêzî bajaroka Sermedeyê ye û di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şamê (Cebhet El Nûsra) de ye.
Malpereke nêzî çeteyan îro diyar kir ku serokên çeteyan piştgiriyê ji hikumeta Tirkiyeyê distînin û ew ê rayedarên Tirkiyeyê piştî demeke kurt wê têkevin Îdlîbê.