Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser gundekî Mûsilê

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser gundê Xirbe Hemed ê bi du kîlometreyan dûrî navenda Mûsilê ye.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku doh li Mûsilê êrîşeke bombeyî pêk anîn, êrîş birin ser gundê Xirbe Hemed. Tê gotin ku ji ber êrîşê 3 gundî mirine.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku ev demeke êrîşê dibin ser gundên Kerkûk, Diyala û Ambarê, êrîşên xwe yên li Mûsilê jî zêde kirin. Çeteyan doh li Mûsilê du caran êrîş kirin. Saet 23'an jî êrîş birin ser gundê Xirbe Hemed ê bi 2 kîlometreyan dûrî Mûsilê ye.

Endamê berê yê Parlamenta Iraqê Abdulrahman Lîwezî li ser êrîşê agahî da û got, DAÎŞ'ê doh bi şev saet 23'an êrîş bir ser gundê Xirbe Hemed ê Nînovayê (Mûsil).

Abdulrahman Lîwezî diyar kir, sivîlên bi navê Mûsena Cemîl Yasîn, Saîr Umer Selîm û Merîî Selîm ji ber êrîşê mirine.

Rêveberekî Meclîsa Nînovayê jî gotibû, DAÎŞ'ê doh êvarê pîkabeke bombebarkirî li nêzî Restoranta Ebû Leyla ya li rojhilatê Mûsilê teqandiye û di encamê de 5 kes mirine, 9 kes jî birîndar bûne.