Çerkezoglû: Yên li ber krîzê radibin tên girtin
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rêveberên sendîkayan da û got: "Rêveberên sendîkayan ên hatin destgîrkirin bila demildest bên berdan."
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rêveberên sendîkayan da û got: "Rêveberên sendîkayan ên hatin destgîrkirin bila demildest bên berdan."
Li Enqereyê duh rêveber û endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiya Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUMBEL-SEN) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn destgîrkirin.
Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî destgîrkirina sendîkavanan da û got: "Destgîrkirina sendîkavanan nayê qebûlkirin. Xebata kedê û sendîkayan ne sûc e."
Çerkezoglû got, hewl didin fatûreya krîza aboriyê li kedkaran bibirin û wiha dewam kir: "Têkoşîna yên dibêjin 'em ê berdêla krîzê nedin' bi kiryarên bi vî rengî yên ne hiqûqî nikare bê tepisandin. Hevalên me yên hatine destgîrkirin divê tavilê bên berdan."