Çep a Elman a radîkal: Em ê hê bêhtir piştgiriyê bidin Kurdan

Saziya sîwanê ya Çep a Elman a radîkal Interventionistische Linke (IL-Çep a destwerdêr), şîdeta polîsan a li meşa li Dusseldorfê şermezar kir û banga mezintkirina piştgiriya bi Kurdan re kir.

Li paytexta eyaleta NRW a Elmanyayê Dusseldorfê, roja 4'ê Mijdarê ji bo şermezarkirina zextên desthilatdariy AKP-MHP'ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û ji bo protestokirina qedexeya dewleta Elman li ser Kurdan ferz dike, meşek hatibû lidarxistin.

Polîsan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kirin hincet û bi TOMA, ço û gava îsotê êrîşî meşê kiribûn û bi dehan kes binçav kiribûn.

Şîdeta polîsan a li dijî xwepêşandêran, ji aliyê saziya sîwanî ya Çep a Elman a radîkal Interventionistiche Linke (IL-Çep a destwerdêr) ve hate şermrezarkirin. IL di malpera xwe ya înternetê de bi sernavê "Êdî bes e" daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku li Dusseldorfê ne tenê aktîvîstên Kurd hebûn, di heman demê de mûxalîfên Tirk û Çep a Elman jî hebûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 4'ê Mijdarê hin tişt guherîn. Hevrêyên Kurd bi hezaran carî gotin 'êdî bes e'. Li dijî her şêwe qedexe û astengiyan alên YPG û posterên Ocalan hatin vekirin. Bi rengekî vekirî li ber xwe dan. Kes netirsiye, kesî paş ve gav neavêt. Ancax bi ço û gaza îsotê karîbûn pêşî li meşa xwepêşandêran bigirin.

Ev daxwaza me wê bi biryardarî bidome: Divê çek nema ji Tirkiyeyê re bên firotin, qedexeya li ser sembol û alên Kurdan bê rakirin, girtiyên Kurd û Tirk ên li Komara Federal a Elmanyayê bên berdan, Abdullah Ocalan azad bibe û qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Bila kes xwe şaş neke, em ê jî mil bidin wan û têkoşîna xwe geş bikin. Ji bo civakeke azad, em ê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin. Em ê bi her awayî piştgiriyê bidin."