Çavûşoglû çû Iraqê, di rojeva wî de PKK heye

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû, ji bo serdana du rojan çû Iraqê. Di rojeva wî de PKK heye.

Serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû ya li Iraqê roja Yekşemê dest pê kir û wê du rojan bidome. Çavûşoglû destpêkê bi hempîşeyê xwe Mûhammed el Hakîm re rûnişt û civîna çapemeniyê pêk anî.

Rejîma Tirk ji rêveberiya Bexdayê dixwaze ku hewldanên xwe yên li dijî PKK'ê zêde bike û artêşa Tirk re bêhtir hevkariyê bike.

Di rewşa heyî de gelek baregehên rejîma Erdogan li Başûrê Kurdistanê hene. Hin dever jî dagir kiriye.

Şengal jî ku çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2014'an êrîşên qirkirinê kirin, di hedefa dewleta Tirk de ye. Rejîma Erdogan gelek caran PKK ji bo xwe weke bahane nîşan da û gef xwar ku Şengalê dagir bike. Rejîma Tirk gelek caran êrîşî Şengalê kir.

Hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê heta niha li dijî êrîşên rejîma Enqereyê nerazîbûneke cidî nîşan nedane.

Tê payin ku Çavûşoglû li Hewlêrê bi rayedarên PDK'ê re rûnê ku hevalbendên wî ne.

Tê gotin, Çavûşoglû wê di serdana xwe ya du rojan de bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û alîkarên wî, Serokê Konseya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê re hevdîtinê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk wê li Bexda û Hewlêrê bi nûnerên komên Tirkmen re jî rûnê.