Çavdêrên KE'yê: Divê Tirkiye vê firsendê baş bi kar bîne!

Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (AKYBK) çavdêriyên xwe yên li ser hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê eşkere kir. Kongreyê diyar kir ku ev encam ji bo Tirkiyeyê firsendeke mezin e.

Serokê heyetê Andrew Dawson li Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku tevî 22 çavdêrên ji 20 welatên cihê, hilbijartin şopandine.

Dawson diyar kir ku wan li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Erzirom, Edene û Amedê hilbijartin şopandine û diyar kir ku di dema dengdanê de gelek leşker û polîs ketine dewrê.

Dawson got ku “Li cihekî dengdanê me 25 polîs tespît kir. Li her cihê dengdanê polîs hebûn. Jendirmeyên ku çekên giran bi wan re bûn jî li cihê dengdanê bûn. Ji ber vî tiştî ez şaş mam.”

JI BO KU HILBIJARTIN DEMOKRATÎK BIN

Dawson got ku “Ji bo ku hilbijartin demokratîk be divê zêdetir li gorî prensîbên dewleta hiqûqê û qada mafên mirovan a Konseya Ewropayê be. Divê azadiya îfadekirinê hebe û hemwelatî karibin fikra xwe bêyî tirs bibêjin. Divê gel karibe desthilatdariyê rexne bike. Divê çapemenî û medya ji ber rexnekirina desthilatdariyê ji kar neyên avêtin û tirsa girtinê li ser wan tunebe. Divê ji bo hemû kesan şert wekî hev bin. Dema ku gef li ser demokrasiyê hebe, divê bersiva wê demokrasiya zêdetir be. Em diyar dikin ku pênaseya Tirkiyeyê ya derbarê terorîzmê li dijî normên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û li dijî normên Konseya Ewropayê ye.”

NABE KU JI ŞAREDARÊN HDP’Ê BIBÊJIN TERORÎST

Dawson qala doza Kurdan jî kir û got ku “Nabe ku Tirkiye ji şaredarên HDP’ê re bibêje terorîst. Em van daxuyaniyan qebûl nakin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku bila firsenda 31’ê Adarê baş bi kar bînin. Divê her şaredarî karibe peywira xwe baş bi cih bîne. Ev jî ji bo avakirina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê şansekî mezin e. Divê ev şans were bi kar anîn.”