Çapemeniya Tirk bi giranî li cem kujeran cih girtiye

Cîhana me, azadiya çapemeniyê weke yek ji hîmên bingehîn ên demokrasiyê dibîne ku ev nebe, nabe. Eger li cihekî çapemenî ne azad be, li wir qala hebûna demokrasiyê nayê kirin. 

Eger li cihekî çapemenî ne azad be, li wir qala rejîmên dîkta tê kirin û gelek pêkanîn li ser tê ferzkirin. Ev yek.

Dema ku qala azadiya çapemeniyê tê kirin, divê ev çapemenî bê alî be, objektîf be, rasteqîn be û rastiyan ragihîne. Bi gotineke din, tê xwestin û tê hêvîkirin ku çapemenî bûyereke ku diqewime bi zimanekî bê alî biweşîne

Lê belê ji avabûna Dewleta Komara Tirkiyeyê û vir ve -berî wê jî ev hebû- çapemeniya li Tirkiyeyê ti carî nêzîkatiyeke azad, bê alî, objektîf, rast û exlaqî nîşan neda. (Kêm caran helwesteke berevajî hatibe nîşandan jî, ev timî kêm maye. Mîna îro) Lewma dewleta Komara Tirkiyeyê her tim ketiye nava pirsgirêkên mezin. Li gel rûdana pirsgirêkên mezin, rêveberiyên cûnta faşîst ku antî demokratîk in, timî ketine dewrê.

Her kes vê rastiyê tîne ziman; eger li cihekî çapemeniyeke ji nûçegihaniya erênî nebe, ji ber ku li wê derê kiryarên li derveyî mirovahiyê nayên rexnekirin û teşhîrkirin, ya jî nikarin bên kirin, ev pêkanîn timî rê li ber derketina rewş û rêxistinên sûc vedike. Ji ber vê yekê Tirkiye dike nake pişta xwe nikare rast bike. Mixabin ev rewş ji rojên destpêkê yên Dewleta Komara Tirkiyeyê ve didome. Mînak; gelek belge hene ku nîşan didin çapemeniya ji Komara Tirkiyeyê ya salên 1924-25'an dest pê kiriye, roleke gelekî nebaş lîstine.

Em pê zanin ku dewletê ya jî desthilatdaran timî li gorî xwe reng dane çapemeniya Tirk. Dema ku Berxwedana Şêx Seîd dest pê kir, ji bo Kurd û gelên cîhanê destekê nedin berxwedanê, ji roja destpêkê ve weşandina nûçeyên derew dest pê kir.

Belgeya ku em ê li jêrê biweşînin, nîşan dide bê dewlet bi taybetî jî hêzên leşkerî çawa formatê didin çapemeniyê. Wiha ye: "Di tezkereya 30'ê Nîsana 1341'ê û bi hejmara 1835/2270'î de ku ji Serokatiya Fermandariya Giştî ya Bilind hat, ji ber ku raperîn û bûyera îrtîcayê ya dawî di çapemeniya me de, bi taybetî di beşeke mezin a çapemeniya Stenbolê de weke raperîneke giştî ya Kurdan tê nîşandan, dibe ku ev yek rê li ber zemîneke propagandayê ji bo dijminên navxweyî û derve veke û bike ku bûyer mezintir bibe. Lewma tê pêşniyarkirin ku li şûna serîhildan weke cihêkariyê bê nîşandan, li ser bingeha nezantiya îrtîcayê û xapandinê were nîşandan." Yê ku ev belge derxist holê, nivîskarê demê yê rojnameya Radîkalê Avnî Ozgurel bû.

Li ser bingeha formata ku ji çapemeniyê re tê dayin, çapemeniya Tirk timî li cem kujeran cih girtiye. Gelek caran jî ji kujeran bêhtir êrîşkar bûye.

Yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka Tirkiyeyê, qirkirina Kurdan e ku 1925'an dest pê kir û heta 1938'an dewam kir. Ya herî meşhûr jî Komkujiya Dersimê ye. Herî zêde AKP'ê û Erdogan anîn ziman ku li Dersimê komkujî hate kirin û felaketeke mezin bi serê Kurdan ve hate anîn. Dema mirov li çend nûçeyên organên wê wextê yên çapemeniyê binerin, mirovê bibînin bê çapemeniya Tirk çawa çapemeniya Mehmetçîk e.

Yek ji van mînakan jî, ev manşeta wextekê ya Rojnameya Vakîtê ye: "... Li cihê ku singûyê Tirk lê hebe, pirsgirêka Kurd lê nîne..."

Ev manşet berî 100 salan hatiye avêtin. Gelo manşetên çapemeniya Tirk ên sala 2018'an di êrîşa dijî Efrînê de çawa ne?

Çapemeniya Tirk a ku me qalê kir, qîma xwe bi van neanî. daxuyaniyên ku ji yên Naziyan jî girantir in, bi dengvedaneke mezin li malperên xwe bi cih kir. Mînak; Wezîrê Edaletê yê wê demê, yanî heyranê Naziyan Mahmût Esat Bozkûrt: "Tirk efendiyê yekane yê vî welatî ye. Mafê bûyîna xizmetkarê Tirkan, mafê bûyîna kole ye." Rojnameya Mîlliyetê 19'ê Îlona 1930'î bi coşeke mezin ev gotinên faşîst weşand.

Ev jî têrê nedikir. Rojnameya Cûmhûriyetê ya hejmara 2'ê Tîrmeha 1930'î wiha dinivîsand: "Eşqiya tê dûrxistin. Hêzên me bi temamî dor li Çiyayê Araratê girtin. Hikumetê vê carê biryar da ku meseleya Şarkê (Rojhilat) ji binî ve hal bike... Hikumetê ji bo tinekirinê cehd kiriye. Kêm maye ku ev hûrmêşên heywanên gel didizin, gundan xera dikin, dişewitînin bên qelihandin... Eşkere ye ku ji bo fetisandina van fesadên dixwazin li welatê dest bi pêngaveke nû ya îrtîcayê bikin û bi vê hêrsê êrîşî sînorên me bike, tedbîr hatine girtin..." Bi vê weşana xwe hem dibe paşmêrê hêzên ku bi hovane êrîş dikin, hem jî heqaretên giran li mirovên Kurd ike ku tenê daxwaza mafên xwe dikin. Dema ku mirov van nivîsên li jorê hatine nivîsandin bixwîne û li rewşa niha ya çapemeniya Tirk binerin, mirovê cudahiyekê di navbera wan de bibînin?

Bêguman qîma xwe bi van nîne: Hejmara 13'ê Tîrmeha 1930'î ya Rojnameya Vakîtê: "Serhildêr di nava pênc rojan de hatin tinekirin. Yên li Newala Zeylanê bi temamî hatin tinekirin. Yek jî ji wan nekarî bifilite. Operasyona li Agiriyê dewam dike. Hêzên me yên mezin, yên ku xwe li çiyayên dijwar girtine mehf kirine. Newala Zeylanê bi sedan cesedî tijî bûye..."

Tiştekî balkêş e, gotinên ku hema bêjin weke yên wê demê de îro jî di çapemeniya Tirk de jî tên nivîsandin. Û yên ku îro van gotin û hevokên li derveyî mirovahiyê vedibêjin û dinivîsînin ne tenê çapemeniya Erdogan e ku weke çapemeniya alîgirê tê binavkirin. Em qala çapemeniya Mehmetçîkê Tirk dikin ku qaşo çapemeniya bê alî ya Aydin Dogan Holdîngê jî di nava wan de heye.

Hejmara 14'ê Tîrmeha 1930'î ya Rojnameya Cûmhûriyetê: "Ji vê civaka ku bi heywanan re li binê heman sîwanî radiketin, bi tiwaletê jî nizanîbûn û derdora malên xwe kiribûn qada zibil; artêşa me her wiha şaristanî ji wan re aniye. Jiyana însanî daye wan." Gelo ev gotin ne balkêş e? Hem tu yê biçe bikuje, welatê wan dagir bike, hem jî heqaretê li wan bike! Gelo bi van re pîvanên çapemeniyê heye? Derd û daxwazeke wan a bê alîbûnê, objektîfbûnê, gotina rastiyan heye gelo? Gelo çapemeniyeke wiha çapemenî ye?

Yên wê wextê wiha bû. Gelo çapemeniya Tirk a niha bi çi rengî nêzî sûcê li dijî mirovahiyê dibe ku tevî çeteyên El Qaîdeyê ji çar aliyan ve dewlet êrîşî Efrînê -ku li derveyî axa di bin serweriya wan de ye- dike? Bi mejiyekî faşîzan êrîşî Kurdan dike, heqaretê li wan dike. Gelo mirov dikare ji van re bêjin, nûçe, manşet an jî çapemenî? Gelo ev çapemenî ye?

Weke mînaka dawî ya wê wextê, em bala xwe bidin hejmara 16'ê Tîrmeha 1930'î ya Rojnameya Cûmhûriyetê: "1500 eşqiya mane ku xwe li şikeftên çiyayê Agirî girtine. Teyareyên me bi dijwarî bombeyan li eşqiyayan dibarînin. Çiyayê Agirî ji ber gulereşandinê û teqînê her tim dinale. Teyrên ji hesin ên Tirkan hesabê serhildêran paqij dikin. Gundên ku eşqiyayan xwe lê girtine bi temamî tên şewitandin. Hejmara yên di operasyona Zîlanê de hatin îmhakirin bi qasî 15 hezar e. Newala Zîlanê bi cesedan tijî bûye... Vê hefteyê wê li çiyayê Agiriyê operasyona dûrxistinê dest pê bike. Fermandar Salîh Paşa wê bi xwe dest bi operasyona reşandinê bike. Xelasiya ji vê yekê nepêkane."

20'ê Çileya 2018'an bi 72 balafiran, ku bi teknîka herî pêşketî hatin amadekirin, êrîş li Efrînê hate kirin. Gelo li pêşberî vê yekê çapemeniya Tirk çawa tevgeriya? Zimanekî çawa bi kar anî? Kîjan nûçe da? Gelo ji bo xwîn zêde neyê rijandin nûçe çêkir, ya jî xweziya xwe li pîlotên wan balafiran anîn û bi vê daxwazê nivîsandin, wêne û dîmen kişandin?

Li ser ekranên televîzyonan, ji bo hê bêhtir xwîn bê rijandin propaganda kir û bi zimanê Erdogan qala wê yekê kir bê balafiran çawa bedenên mirovan parçe kirine. Gelo ji vê yekê re mirov dikare bêjin çapemenî ye? Yên ku êrîşên li dijî Efrînê bi rê ve birin bi awayekî vekirî wiha digotin:

"- Em ê destûrê nedin korîdora Kurdan.
- Em ê destûrê nedin û rêxistinbûneke Kurdan li ser sînorê me çêbibe.
- Em ê destûrê nedin dewleteke Kurdan.
- Me li serê Kurdan dan.
- Mijara gihandina hev a kantonan qediya ye."

Bê westan, timî û bê navber dubare kirin ku êrîşa li dijî Efrînê ne li dijî Kurdan e, li dijî 'terorîstan e'. Me li ser çapemeniya Tirk a berî 100 salan mîna kujeran li dijî Kurdan tevdigeriyan, çend mînak dan. Me heman çapemeniya kujer ji salên 1980'ê û vir ve jî dît. Bi taybetî me çapemeniya Mehmetçîk a salên 1990'î tam bû faşîst, ji her alî ve dît.

Lê balkêş e, heman çapemeniyê di nava salên 2000'î de hewl dida sekna xwe ya bê rûmet û sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê ku salên 1990'î kir, bide efûkirin. Bi gelek hincetan hewl didan rave bikin bê çawa hatine xapandin, çawa rastî nedîtine. Sekna ku me li jorê raxist pêş çavan, îro jî bi rengekî jê xerabtir dewam dike.

Tevî ku rastiya çapemeniya Tirk wiha ye jî, bi awayekî bê exlaq û bê rûmet hewl didin bêjin ku çapemeniya wan bê alî ye, azad e, objektîf e. Ne pêwîste ku mirov li dirêj a beriya niha binerin. Hê çend roj berê, kesekî bi navê Bînalî Yildirim bang li patronên çapemeniyê kir û ji nû ve format da çapemeniya Tirk. Gotinên vî şexsî li holê ne:

"Di nûçe û şîroveyan de bêjin ku tevgera li Efrînê li dijî rêxistinên terorê ye, ji bo bêbandorkirina rêxistinên terorê ye û gelê sivîl tê parastin...

Dema ku nûçeyên ji çavkaniyên navneteweyî yên li dijî Tirkiyeyê hatin weşandin, divê ev yek li gorî berjewendiyên milî yên Tirkiyeyê werin dayin...

Hesasiyeta Hêzên Çekdar ên Tirk a ji bo zerar negihêje sivîlan bê bîrxistin...

Çalakî û daxuyaniyên li nava welêt ji aliyê PKK û yên bi wan ve girêdayî li dijî operasyona Efrînê lidar bixin, neyên dayin...

Ji mirovên xwedî agahî û tecrûbe dikare nêrîn were girtin. Ji kesên ku li Tirkiyeyê dikare rê li ber têgihiştineke neyînî veke, nêrîn neyê girtin..."

Ka çapemeniya Tirk a azad û serbixwe?

Ya jî em ya berevajî wê bipirsin. Gelo çapemeniya Tirk a Mehmetçîk bi ya Bînalî Yildirim dike û bi vî rengî nîşan nade ku nûçeyên faşîzan dike ti eleqeya xwe bi pîvana çapemeniyê ya cîhanê re nîne?

Ya jî, eger ev faşîzm sibe hilweşe, çapemeniya ku weke çapemeniya Mehmetçîk îro derdikeve pêşiya me, wê çi bike?"