Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê cihekî berfireh di çapemeniya cîhanê de digire. Gelek saziyên ragihandinê diyar kirin ku çeteyan cilên artêşa Tirk li xwe kirine, çekên nû girtine û mîna Erdogan dipeyivin.
FAZ
Rojnameya Elman FAZ bi sernivîsa ‘Tirkî rexnegirên êrîşa Efrînê digre’ bal kişand ser girtinên li Tirkiyê. Nûçeyê cih da girtina Bijîşkên li Tirkiyê yên ku li hember êrîşên Efrînê nerazîbûn nîşan dabûn û wiha dewam kir: “Tirkiye li hember kesên ji saziyên sivîl ku êrîşên Efrînê rexne dikin, her diçe dijwartir tevdigere.” Nûçe balê dikşîne ser daxuyaniya Yekîtîya Bijîşkên Tirk (TTB) û dibeje “endamên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi daxuyaniyekê şer weke ‘pirsgirêka tendurstiya civakî’ bi nav kirin û bi vî awayî awirên Serokkomar Recep Tayip Erdogan zîvirîn ser wan”.
Di dawiya nûçeyê de tê destnîşankirin ku ji destpêka êrîşa li hember Efrînê heta niha zêdeyî 300 kes bi hinceta propagandaya YPG’ê dikin hatine girtin.
ZDF
Êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li hember Efrînê û panzerên Elman ên di êrîşê de têne bikaranîn her wiha bû mijara henekên rexenegir.
Di qenala ZDF de ku yek ji qenalên dewletê ya Elmanyayê ye, di bernameya henekan a bi navê Heute Show de Erdogan, erîşên wî û panzerên Elmanan bûne mijarên henekan. Di bernameyê de bal kişandin ser kuştina sivîlan a li Efrînê, berxwedana YPG’ê ya li hember DAÎŞ’ê û hate rexnekirin ku niha jî tevahiya cîhanê li êrîşên Erdogan û panzerên Elman ên pê êrîş dikin, temaşe dike.
DÎE WELT
Nûçeya rojnameya Elman Dîe Welt a bi sernivîsa 'Putîn polîtîka hindur li ser Surî dimeşîne' tê gotin ku Rûsya hêvî dikir ku dikaribe PYD'ê tevlî civîna Soçî bike, lê Rûsya ji ber helwesta xwe nema bala Kurdan dikişîne.
Her wiha çalakiyên li hember êrîşên dagirker ên Kurdîstanî û dostên wan li welatên lê dijîn pêk tînin, di çapemeniya wan welatan de cih digrin. Yek ji çalakiyên di çapemeniyê de berfireh cih girt, çalakiya ciwanan a di konferansa çapemeniya Hikûmeta Federal a Elmanyayê bû. Çalakiyê hema hema bala tevahî çapemeniya Elmanyayê kişand.
DÎE PRESSE
Rojnameya Awûstûryayê Die Presse di nûçeya xwe de balê dikişîne ser hilweşandina berhemên dîrokî yên li Efrînê û cih dide nirxandên ku hilweşandina berheman a ji aliyê Tirkiyê dişibînin tevgerên Îslamperestan.
Di dewama nûçeyê de girtina mirovên li ber êrîşan radibin hate bibîrxistin û hat gotin, "Di warê pratîkî de li Tirkiyê hemû çapemenî piştgiriyê dide êrîşê. Her wiha herdu partiyên muxalîf CHP û MHP pişta hikumetê digrin. Yekane partiya ku bi awayekî eşkere êrîşa çekdarî ya li hember Efrînê rexne dike, partiya alîgirê Kurdan HDP'ê ye."
LE MONDE
Rojanameya Fransî Le Monde jî di nûçeya xwe de bi ser nivîsa "Artêşa Azad a Surî ya ji dijberiya Esad veguherî milîsên alîgirê Tirkî" wiha dibêje: "Dîmenên li ser tevna civakî belav dibin 'moda nû ya îsyankaran' ên ku ji serî heta binî cilên artêşa Tirk li wan in, nîşan didin. Çekên wan ên nû hene û ew mîna serokê sereke yê Enqereyê dipeyivin." Di nûçeyê de wekî din ji bo çeteyan tê gotin ku îsyankarên berî niha li hember rejîma Esad şer dikirin, niha bûna hêzên alîkar ê Enqereyê.
Le Monde di nûçeyeke din de jî balê dikşîne ser ku civîna Soçî veguherî fiyaskoyekê û muxalefet, Kurd û rojhilatî civînê boykot dikin.