Çalakiyên ‘Tecrîdê bi dawî bikin’: Rêya azadî, aramî, demokrasî û aştiyê Îmrali ye

Girseya ku di çarçoveya çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin” de li pêşiya avahiyên AKP’ê yên bajar çalakî hatin lidarxistin, destnîşankirin ku rêya azadî, aramî, demokrasî û aştiyê Îmrali ye.

TECRÎDA LI GIRTÎGEHAN

Xizmên girtiyan, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî di çarçoveya çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de li gelek bajaran li pêşiya avahiyên bajar ên AKP’ê çalakî li dar xistin. Li hinek bajaran tevî astengkirinan jî xizmên girtiyan daxwazên xwe anîn ziman. 

MÊRDÎN

Li Mêrdînê bi pêşengtiya xizmên girtiyan, Meclisa Dayikên Aştiyê, TUAY-DER, TJA, DBP û DEM Partiyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” li pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” hat lidarxistin. Ji navenda bajar û navçeyan gelek kes bi pêşmalkên “Tecrîdê bi dawî bike” tevlî bûn. Bi heman dirûşmê pankart hate hilgirtin û beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tunç li ser navê girseyê axivî û tecrîd weke sûcekî li dijî mirovahiyê nirxand. Tunç, wiha domand: “Ne di qanûnan ne jî di hiqûqê de tecrîd tune ye. Lewma em tecrîda li Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikin. Em vê helwesta desthilatdariya AKP-MHP’ê qebûl nakin. Divê li dijî vê tecrîdê li daxwazên dayikan were guhdarîkirin. Heke tecrîda li ser girtiyan were rakirin dê welêt û Rojhilata Navîn bikare bêhnekî bistîne. Bila AKP-MHP baş guhdarî bike; rêya azadî, aramî, demokrasî û aştiyê Îmrali ye. Ev rewş bandorê li Rojhilata Navîn dike. Sedema hemû neyîniyan ev polîtîkaye ne. Lewma divê tavilê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û deriyên Îmraliyê bên vekirin.” 

Ji Dayikên Aştiyê Besna Gunay jî wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Vê zilmê bi dawî bikin. Cangê me li ser milê me, em daxwaza aştî û edaletê dikin. Êdî bes e. Em westyan, deriyên zindanan vekin.” 

Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê jî dirûşm hatin berzkirin, çepik hatin lêxistin û daxuyanî bi dawî bû. 

WAN

Xizmên girtiyan û TUHAY-DER’ê jî li Wanê di çarçoveya çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de xwestin li pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar daxuyiyê bidin. Lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî hate dayîn. Girseyê pankarta “Deng bide zindanan” hilgirt. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt, Hevserokê DBP’ê yê Bajar Harûn Okay, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û TJA’yê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. 

Harun Okay, di daxuyaniyê de got ku ji sala 1999’an heta niha polîtîkayên tecrîdê tên meşandin û di rewşa heyî de di qonaxa “agahînegirtina mutleq” de tên domandin. Okay, got ku heke tecrîd neyê bidawîkirin dê pirsgirêkên heyî mezintir bibin û ev tişt anî ziman: “Ji sala 2016’an ve tecrîda li ser birêz Ocalan derbasî qonaxeke nû bû. Her ku tecrîd giran dibe, ji demokrasî û demokratîkbûnê jî dûr dikevin û têgehên hiqûq û edaletê ji holê radibin. Ji bo bidawîkirina pevçûnên li herêmê û aramiya civakê, divê tavilê tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin.” 

Parlamenter Mahmût Dîndar jî wiha got: “Ji bo bidawîbûna polîtîkayên înkar û tunekirinê û çareserkirina pirsgirêkan, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin. Em ê ji bo aştiyeke birûmet a li ser vê xakê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo aştiyê divê zincîrên li Îmraliyê bên şikandin.” 

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû. 

EDENE 

Li Edeneyê hat xwestin ku daxuyanî li ber avahiya AKP’ê bê dayîn lê destûr nehat dayîn. Çalakî bi pêşengiya malbatên girtiyan hat kirin. Endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, TUHAY-DER’a Akdenîzê ya Edeneyê, AYKAY-DER beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan li derûdora avahiya AKP’ê tevdîr girtin. Polîsan li ber Pira Kasim Gulek a 100 mîtro dûrî avahiya AKP’ê pêşî li girseyê girt û bi hinceta “ewlehiyê” destûr neda ku çalakî li ber AKP’ê bê lidarxistin. Li aliyê din di saeta çalakiyê de polîsan derûdora avahiya DEM Partiyê ya Edeneyê jî girt û destûr neda ketin û derketina avahiyê.

Rêveberê DEM Partiyê Yaşar Demîr destnîşan kir ku ew ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê li vir in û dê serdana AKP’ê bikirina ku pirsgirêka kurd were çareserkirin. Demîr diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan û pêkananîna aştiyê bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan mimkûn e. 

Girseyê kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xist û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" çalakî qediya. 

MÊRSÎN 

Li Mêrsînê jî bi pêşengiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê, DEM Partiyê û malbatên girtiyan li nêzî avahiya AKP’ê ya Bajêr çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û di çalakiyê de “Dawî li tecrîdê bîne” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku ew carek din bang li desthilatdariyê dikin ku dawî li tecrîda dijwarkirî bîne û got: “Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên li welat demildest divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin.” 

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.