Çalakiyên piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re didomin

Li paytexta Fransa Parîsê bi armanca piştgirîkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya di hefteya 700’î de çalakiyek hate kirin.

Çalakiya rûniştinê li Qada Chatelet-Les Halles a li Parîsê saet 12:00’an bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Çalakiya rûniştinê ya ku saziyên mîna HDK-Fransa, CDK-F, ACTIT, ODAK, BÎR- KAR, FEDA, FUAF, TJK-F, SKB, ADHK, Partîzan, SYKP, ÎCOR û Sekna Şoreşger a Proleter û gelek nûnerên saziyan tevlî bûn de pankarta bi nivîsa “Em ji bîr nakin, em efû nakin, em qet wan naterikînin” hate vekirin.

Di çalakiya rûniştinê ya berxwedana Dayikên Şemiyê ya ku ev 25 sal in dewam dike hate silavkirin de, di axaftinên li ser navê saziyan hatin kirin de bal hate kişandina ser bûyerên di dema destgirîkirinê de diqewimin. Çalakvanan di çalakiyê de peyama ku heta berpirs bên darezandin wê têkoşîna wan bidome dan.

Bi sedan belavokên ku têkoşîna Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan tîne ziman hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşmên “Berxwedana dayikan wê dagirkeran bifetisîne” û “Dewleta kujer wê hesab dide” hate qîrkirin.