Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdê li Ewropayê didomin
Çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, didomin. Çalakgeran bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.
Çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, didomin. Çalakgeran bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.
Çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, didomin. Çalakgeran bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî li Alexanderplatzê li hev civiyan û ji bo bêdengiya li pêşberî berxwedana greva birçîbûnê şermezar bikin xwestin mîtîngekê li dar bixin. Lê belê polîsên Berlînê beriya destpêkirina mîtîngê dest li Kurdistaniyan û dostên wan werdan. Polîsên Berlînê destûr nedan pankartên ku nêzî 4 meh in di her meş û mîtîngê de tên hildan. Polîsan her wiha gef li çalakgeran xwarin û gotin nîşaneya 'serketinê' qedexe ye, lewma wê dest li wan werdin. Li ser vê yekê Kurdistaniyan helwesta polîsên Berlînê jî protesto kirin. Endamê Meclîsa Gel a NAV-DEM'ê ya Berlînê Alî Susem helwesta polîsan weke diyariyeke beriya hilbijartinê ji bo Erdogan bi nav kir. Hevserokê NAV-DEM'ê yê Berlînê Yeko Ardil jî diyar kir, heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.
DRANCY: Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyek pêk anî. Li ber avahiya şaredariya Drancyê pankarta bi nivîsa 'Azadî ji Ocalan re' hate vekirin û bang hate kirin, ku dawî li bêdengiya li pêşberî çalakiya grevên birçîbûnê bê anîn. Di çalakiyê de li ser tecrîdê û berxwedana grevên birçîbûnê gelek belavok hatin belavkirin.
EVRY: Li banliyoya Evry a Parîsê jî Kurdistaniyan li dijî tecrîdê çalakiya protestoyî pêk anîn. Girseya gel li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li hev civiyan. Siyasetmedarê Kurd Firat Varto di çalakiyê de axivî û bang kir ku hîn bi xurtî piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin û tecrîd ji holê bê rakirin.
FRANKFURT: Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Amara ya Frankfurtê û Meclîsa Jinê ya Sara ya Offenbachê bi heman armancê çalakiyek li dar xistin û gelek jin tevlî bûn. Di çalakiyê de hate bibîrxistin ku grevên birçîbûnê li asta krîtîk in û bang li raya giştî hate kirin ku bala xwe bide ser mijarê. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.
GRAZ: Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Grazê yê Awûstûryayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de li ser mijarê belavok hatin xwendin û belavkirin.
GAVLE: Kurdistaniyên li bajarê Gavle yê Swêdê, li dijî tecrîdê daketin qadan. Di çalakiyê de ji raya giştî ya Swêdê re belavok hatin belavkirin û agahî hate dayin ku zêdeyî 5 hezar girtî li Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ne. Her wiha bang li Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Ji gelê Swêdê jî hate xwestin ku Tirkiyeyê boykot bike.