Çalakiyên ji bo Ocalan ên li Ewropayê didomin

Çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin, dewam dikin. Li Elmanya, Belçîka û Danîmarkayê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin, dewam dikin. Li Elmanya, Belçîka û Danîmarkayê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

LI SAARBRUCKENÊ HEFTEYA ÇALAKIYAN DEWAM DIKE

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, çalakiyên bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) tên lidarxistin, dewam dikin.

Kurdistaniyên li ber Eûropa Galerîe ya li navenda bajêr li hev civiyan, mîtîngek li dar xistin û bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Îro û sibe (În) jî wê li heman cihî mîtîng bên lidarxistin. Di çarçoveya hefteya çalakiyan de wê roja Şemiyê bi beşdariyeke girseyî meşek bê organîzekirin.

NCDK a Saarbruckenê bang li Kurdistaniyên li herêmê kir, ku saet di 14:30 de beşdarî meşa roja Şemiyê bibin.

LI KOPENHAGENÊ TÛRA BI GEHAN WESAYITAN

Bi armanca xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd û silavkirina rizgarkirina reqayê, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê pîrozbahiyeke bi coş hate lidarxistin.

Bi banga Navenda Çandê ya Sêvê û NCDK'ê, Kurd li Swann St li hev civiyan û bi konvoyeke ji 50 wesayitan li nava bajêr tûr avêtin. Kurdistaniyan wesayitên xwe bi alên YPG/YPJ û posterên Ocalan xemilandin. û bi dirûşmên xwe, daxwaza azadiya Ocalan kirin, berxwedana YPG/YPJ'ê silav kirin.

LI ANVERSÊ DIRÛŞMA 'JIYANEK BÊ OCALAN NABE' DENG VEDA

Li bajarê Anvers ê Belçîkayê, bi pêşengiya NCDK û Meclîsa Jinê ya Şehîd Silav, saet di 18:30 de li Grote Marktê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi qasî 100 Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û pankartên ji bo azadiya Ocalan û posterên Oclaan vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji Ocalan re" û "Jiyana bê Ocalan nabe" hatin qîrîn. Çalakgeran gotin, heta ku agahî ji Ocalan bê, wê çalakiyên xwe bidomînin.

LI HAMBÛRGÊ BAL HATE KIŞANDIN SER PLANÊN KU BÊSTATUYÊ FERZ DIKIN

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ku bi rojane çalakî ji bo Ocalan tên lidarxistin, duh jî li Monckebergstrasseyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Parlamentrea Partiya Çep a Parlamenta Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr li vir axivî û anî ziman, ku ew ji rewşa tenduristiyê ya Ocalan bi fikar in. Ozdemîr ji CPT xwest, ku tavilê dest ji şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê werde.

Ozdemîr got, "Eger ne ji Birêz Ocalan bûya, îro şervanên jin nedikarîn Reqayê rizgar bikin. Eger tiştek bi Birêz Ocalan were, gelê me li çar parçeyên Kurdistanê jî nîşan daye; em ê ti carî qebûl nekin. Birêz Ocalan nebe, aştî jî nabe. Temînata aştî û azadiyê Birêz Abdullah Ocalan e."

Siyasetmedara Kurd Sevahîr Bayindir jî diyar kir, ku komploya 9'ê Cotmehê dewam dike û anî ziman, hêzên navneteweyî ji bo Kurdistanê ji nû ve bê statu bihêlin li pey komployê ne. Bayindir destnîşan kir, di demekê de ku xeta xiyanet û teslîmkariyê li ser Kurdan tê ferzkirin, fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan zêde bûne û xwest, heyetek tavilê biçe Îmraliyê.

Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer jî bi bîr xist, ku polîsê Hambûrgê vekirina wêneyên Ocalan qedexe kiriye û wê li dijî vê qedexeya bê wate bikeve nava hewldanên hiqûqî.

Roja Pêncşemê saet di 18:00 de li Rodîngsmarkt û roja Şemiyê jî wê saet di 15:00 de li Sternschanzeyê çalakî werin lidarxistin. Ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê hate kirin.