Çalakiyên ji bo Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin

Kurdistaniyên li Swêd, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya û Hollandayê dijîn, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran meşiyan û mîtîng li dar xistin.

Kurdistaniyên li Swêd, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya û Hollandayê dijîn, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran meşiyan û mîtîng li dar xistin.

BASEL: Li stasyona trenê ya bajarê Basel ê Swîsreyê, komek li hev civiya, dirûşm qîriya û bi pankartên xwe bal kişand ser rewşa Ocalan. Di çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

BERN: Li paytexta Swîsre Bernê, bi dehan kes li ber stasyona trenê li hev civiyan û mîtîngek pêk anîn. Hevberdevkê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) axaftin hate kirin. Qisekeran gotin, heta ku agahiyê li ser rewşa Ocalan bigirin, wê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha dagirkirina Kerkûkê jî hate şermezarkirin.

LOZAN: Çalakiya li ber stasyona trenê ya li bajarê Lozanê jî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û rizgarkirina Reqayê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan hate hildan û li ser rewşa Ocalan pankart hatin vekirin.

LEFKOŞA: Li paytexta Qibris Lefkoşayê, bi dehan Kurd li ber Nûnertiya Qibrisê ya Parlamenta Ewropayê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Ocalan re", "Bijî Kurdistan" meşiyan. Piştre daxuyaniyek hate dayin û hat gotin, "Heta ku bi Rêberê me re hevdîtin were kirin, em ê li qadan bin." Girseya gel piştre li ber avahiya nûnertiya Parlamenta Ewropayê kon veda û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

ESSEN: Kurdistaniyên li bajarê Essen ê Elmanyayê dijîn, di roja sêyemîn a çalakiyê de li ber HBF'ê il hev civiyan. Li vê derê mîtîng hate kirin, belavok hatin belavkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Roja Înê jî wê saet di 16:00 de mîtîngeke mezin li Essenê pêk were.

HAMBÛRG: Bi heman armancê, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Kurdistanî li Mockebergê li hev civiyan. Parlamentera berê ya BDP'ê Sevahîr Bayindir li vir axivî û destnîşan kir, ku heta agahî ji Ocalan bê girtin, wê gel li ser piyan be. Bayindir her wiha diyar kir, ku Kerkûk û derdora wê bi xiyanet û bazariyê radestî dijminê Kurdan hatine kirin û wê vê ji bîr nekin. Aktîvîsta mafên mirovan û nivîskara Elman Anja Flach jî got, "Gerîlayên ku îro Reqa rizgar kirin, wê sibe tevahiya axa Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bikin. Bila kes ji vê gumanan neke."

DÛÎSBÛRG:  Li bajarê Dûîsbûrgê, bi konvoyeke ji wesayitan çalakî hate lidarxistin. Piştre li ber stasyona trenê ya navendî saet di navbera 17:00-20:00 de kon hate vedan û mîtîng hate lidarxistin.

PFORZHEÎM: Çalakiya li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê jî saet di 17:00 de dest pê kir û bi qasî 300 Kurdistanî heta saet 19:00 meşiyan. Di meşê de dirûşma "Terorîst Erdogan" hate qîrîn.

MUNCHEN: Kurdistaniyên li bajarê Munchen ê Elmanyayê dijîn, ji êvara Duşemê û vir ve li ser piyan e. Di vê çarçoveyê de duh li ber avahiya navenda giştî ya partiya li Bavyerayê desthilatdar e CSU li hev civiyan. Mîtînga Kurdistaniyan bi qasî 3 saetan dewam kir. Ji bo çalakiya protestoyî ya roja Înê ya li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê, ku wê saet di 15:30 de pêk were, banga tevlîbûnê hate kirin.

SAARBRUCKEN: Çalakiyên li bajarê Saarbruckenê di roja sêyemîn de ne. Bi navê NCDK'ê hevserok Orûç Dapar li vir axivî û bang li Kurdistaniyan kir, ku li dora Ocalan bicivin. Ji bo çalakiya roja Înê jî ku wê saet di 18:00 de pêk were banga tevlîbûnê hate kirin.

FREÎBÛRG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dijîn, piştî çalakiya rûniştinê ya pêr, duh jî meşek li dar xistin. Bi sedan kesên li meydana Alte Synagoge li hev civiyan, heta navenda bajêr meşiyan û ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan bi sedan belavok belav kirin.

DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li ber avahiya Parlamenta Hollandayê çalakî hate lidarxistin. Bi dehan Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, nûçeyên profokatîf ên li ser rewşa Ocalan di çapemeniya Tirkiyeyê de hatin weşandin şermezar kir û xwestin, tavilê agahî ji Ocalan bê girtin.

LÎVERPOOL: Kurdên li herêma North West a li bakurê Îngilîstanê dijîn, li Lîverpoolê meşek li dar xistin. Zêdeyî sed kes tevlî meşê bûn, posterên Ocalan hatin hildan û belavok hatin belavkirin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi banga NCDK'ê gelek kes li ber avahiya Parlamenta Awûstûryayê li hev civiyan û posterên Ocalan vekirin. Çalakgeran destnîşan kirin, ku heta agahî ji Ocalan bê girtin, wê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha diyar kirin, ku wê xiyaneta partiyên Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê kirin ji bîr nekin û bi bîr xistin, ku rêya rizgariyê yekîtî ye.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, ji bo agahî li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bê girtin, li navenda bajêr çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin. Kurdistaniyan her wiha rizgarikirina Reqayê silav kirin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistaniyên li meydana Mynttorgetê li hev civiyan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bê destûr li dar xistin. Çalakgerên ku pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji gelê Kurd re" vekirin, di ber Wezareta Karên Derve ya Swêdê re derbas bûn, piştre rê li trafîkê girtin û ji kolana Drottnîngsgatanê heta navenda bajêr meşiyan. Qisekerên li meydanê axivîn xwestin, tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin û destûr bê dayin ku malbat û parêzer biçin Îmraliyê.

ÛPPSALA: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Ûppsala yê Swêdê dijîn, bi heman armancê xwepêşandanek li meydana Storatorgetê li dar xistin. Di xwepêşandanê de hikumeta AKP'ê û dewleta Tirk hatin şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.