Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan dewam dikin

Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin dewam dikin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê standa agahdarkirinê hat danîn, li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê jî çalakî hate lidarxistin.

VIYANA

Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê danîn.

Stand li meydana nêzî Westbahnhof a Viyanayê hate danîn.

Çalakgeran belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî belav kirin.

MONCHENGLADBACH

Li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê, mîna Pêncşema bihurî duh êvarê jî Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Çalakî wê hefteya bê jî dewam bike.