Çalakiyên ji bo Efrînê didomin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo berxwedana bêhempa ya Efrînê ku 40 roj in li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike, duh jî daketin qadan.

SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, li ber Europa Galerî konê agahdarkirinê hate vedan. Di çaakiyê de li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê kiriye belavok hatin belavkirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarbruckenê Orûç Dapar li qada çalakiyê axivî û bang li Kurdistaniyên li eyaleta Saarlandê dijîn kir ku xwedî li berxwedana li Efrînê derkevin.
RECKLÎNGHAÛSEN: Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, Kurdistanî li bajarê Recklînghaûsen ê Elmanyayê meşiyan. MLPD'ê jî destek dan çalakiyê. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û Hevserokê Meclîsa Gel a Essenê Tekîn Arslan lê axivî. Arslan destnîşan kir ku Erdogan ê ku mejiyê wî mejiyê DAÎŞ'ê ye li pêşberî berxwedana Efrînê têk çûye.
KAPLÎNFORT: Kurdistaniyan tevî dostên xwe li bajarokê Kaplînfortê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Asya Yuksel a Dûîsbûrgê çalakiyek li dar xistin. Ji bo şermezarkirina çekên ku Elmanya dide dewleta Tirk, Kurdistanî li ber avahiyên CDU, SPD û Şaredariyê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Çalakgeran her wiha li nava avahiyên partiyên navborî pankarta bi nivîsa "Çekên Elman û dewleta Tirk ji Efrînê bicehimin" vekirin.