Çalakiyên ji bo Efrînê bê navber dewam dikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yen li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengekî bê navber didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yen li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengekî bê navber didomînin.
Kurdistaniyên li bajarên Bern, Delemont û Aarau yên Swîsreyê dijîn, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Çalakger danê sibehê li ber Parlamenta Kantona Jurayê li hev civiyan û li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê kiriye dosyayek dan parlamenterên kantonê. Di çalakiyê de belavokên li ser mijarê yên bi Elmanî hatin belavkirin.
BERN: Li paytexta Swîsre Bernê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li ber Konsolosxaneya Elmanyayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Elmanya fînanse dike, Tirkiye lê dide", "Erdogan kujerê zarokan e", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn. Ji bo alîkariya Elmanyayê ya ji dewleta Tirk re şermezar bikin, çalakgeran çelengeke reş danîn ber konsolosxaneye.
AARAU: Li bajarê Aarau yê li bakurê Swîsreyê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li ber stasyona trenê ya navendî ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Erdogan kujerê zarokan e", "Komkujiya li Efrînê li sivîlan tê kirin rawestînin" hatin qîrîn. Çalakî piştî xwendina belavoka bi Elmanî qediya.
OBERHAUSEN: Bi banga "Platforma Xwedîdekretina li Efrînê ya Duisburg" li bajarê Oberhausen ê Elmanyayê, dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan duh êvarê li Friedenplatzê li hev civiyan û meş û mîtîngek organîze kirin.
STUTTGART: "Platforma xwedîderketina li Efrînê" ya ku 27'ê Sibatê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hate damezrandin, çalakiya xwe ya destpêkê duh pêk anî. Pêkhateyên platformê duh daxwaza hevdîtinê li nûnerê Konsolosxaneya Rûs kirin. Ji ber ku ev daxwaza wan nehate qebûlkirin, çalakgeran çelengeke reş û dosya danîn ber deriyê konsolosxaneyê. Li meydana Stuttgart Schloss Platzê jî nobeda li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike.
DRANCY: Li bajarê Drancy ê Fransayê, bi peşengiya Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Platforma Xwedîderketina li Efrînêya Parîsê, Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakî li dar xistin. Kurdistaniyên ku li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan heta navenda Bobigny meşiyan. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime" hate vekirin. û dirûşma "Kujer Erdogan, piştevanê wî Ewropa" hate qîrîn.
VILLIERS LE BEL: Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê meşek hate organîzekirin. Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa "Tirkiye li Efrînê komkujiyan dike, cîhan lê temaşe dike" vekirin û dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" qîriyan. Ji bo çalakiya 3'ê Adarê roja Şemiyê saet 13'an banga tevlîbûnê hate kirin.