Çalakiyên ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez didomin

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê 9'ê Çileya 2013'an hatin kuştin, li gelek bajarên Ewropayê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve bi çalakiyan hatin bîranîn.

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê 9'ê Çileya 2013'an hatin kuştin, li gelek bajarên Ewropayê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve bi çalakiyan hatin bîranîn.

BERLÎN

Bîranîna li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya DEST-DAN ve hate organîzekirin û dayik û bavê Cansiz, tevî xizmên wan, endam û nûnerên saziyên jinan tevlî bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê NAV-DEM Berlînê Yeko Ardil axivî û destnîşan kir ku operasyona li dijî rêveberên MÎT'ê kêm jî be dilê Kurdan xweş kiriye.

BAV CANSIZ: KEÇA MIN JI BO CÎHANEKE ŞER LÊ NEBE, TÊKOŞIYA

Îsmaîl Cansiz li merasîmê axivî û got, "Keça min ji bo aştî û biratiyê têkoşiya. Têkoşîna wê ji bo afirandina cîhaneke ku şer lê nîne, bû. Di vê oxirê de canê xwe ji dest da. Weke hevrêyên wê, we hemûyan silav dikim."

Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) jî Nûpel Mûnzûr axivî û got, "Em ji hevala Sara hîn bûn serbilind bin, têbikoşin û Rêbertî fêhm bikin."

Piştî axaftinê, li ser jiyan û têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez sînevîzyon hate nîşandan. Piştre dayika Cansiz, niyaz û pariyên bi xwe amade kir li beşdaran belav kir.

KOPENHAGEN

Civîna bîranînê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sêvê ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre sînevîzyonek li ser têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez, Sêvê Demîr û hevrêyên wê û Delal Amed û gerîlayên jin ên pê re li Bestay^eşehîd bûn hate nîşandan.

Dûre bi navê TJK-E aktîvîst Bêrîtan Nisêbîn axivî û destnîşan kir ku şehîdan bi ruh, taybetmendî û îlhama xwe, pêngavek li dijî zîhniyeta mêrê serdest û faşîzmê afirandine.

Merasîma bîranînê bi stranên Hozan Fîgen qediya.

ZURÎCH

Cansiz, Dogan û Şaylemez li bajarê Zurîch ê Swîsreyê hatin bîranîn. Pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, nûnerên Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Swîsreyê û bi dehan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Asûman Ergîncî bi navê Meclîsa Jinê ya Bêrîtan axivî û got, "Bi rêya vê komkujiyê xwestin derbeke mezin li têkoşîna azadiyê ya Kurd bixin. Lê bi ser neketin, tevgera azadiyê ya Kurd ev yek kifş kir û fail eşkere kir."

Nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Swîsreyê Leyla Şahîn jî got, "Rêya ku Sarayan vekir, ew rê ye ku em ê tê de bimeşin."

Dûre sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi stranên komîsyona çandê ya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan qediya.

MARSÎLYA

Merasîmeke din a bîranînê li bajarê Marsîlya yê Fransayê pêk hat. Merasîma ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hate organîzekirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyon li ser jiyan û têkoşîna her sê şoreşgeran hate nîşandan. Bîranîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.