Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo Ocalan hatibûn destpêkirin didomin
Grevên birçîbûnê yên bi armanca şikandin û bidawîkirina tecrîda girnakirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin her ku diçe belav dibe.
Grevên birçîbûnê yên bi armanca şikandin û bidawîkirina tecrîda girnakirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin her ku diçe belav dibe.
Stenbol, Edene, Antalya û Îzmîr di serî de li gelek bajaran çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dewam dikin. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên di pêşengtiya HDP’ê û DBP’ê de ji bo şikandin û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dabûn destpêkirin bi komên nû didome.
EDENE
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Edenê bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya Ocalan bixwazin di 8’ê mijdarê li avahiya HDP’a Seyhanê da destpêkirin didome. Îro koma 2’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewer girt. Li avahiyê pankarta “Wê tecrîd widna bike û wê azadî bi ser keve” hat daliqandin daxuyanî hat dayîn. Hevseroka HDP’a Edenê Gulseren Tural axivî û got: “Em ê heta roja Duşemê çalakiya xwe berdewam bikin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan divê bi lezgînî bi dawî bibe. Koma me ya 2’emîn çalakiyê îro dewr girt. Daxwaza me ew e ku şert û mercên tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan bên başkirin.”
ANTALYA
Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê, ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpêkirin. Di avahiya HDP’ê ya Kepezê ya greva birçîbûnê lê hatiye destpêkirin de pankartên bi nivîsên “Ji bo jiyana hevpar, wekhev û azad, ji Ocalan re azdî” û “Ji tecrîdê re na, ji hemû girtiyên siyasî re azadî” hate daliqandin.
Rêvebera HDP’yêAntalyayê Fafiye Akkaya wiha got: “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî dest bi greva birçîbûnê kirine. Gelê me ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî têkoşînê dike.” Akkaya ji bo hemû girtiyên siyasî azadî xwest û got: “Yekane temînata azadiyê Îmraliye. Ji tecrîdê re na.”
STENBOL
Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê de ji bo balê bikişînin ser ewlehî û tenduristiya Ocalan û dawîkirina tecrîdê yek ji navenda çalakiya greva birçîbûnê yên dawî li Esernler, Kuçukçekmece û Sancaktepeyê destpê kir. Gelek kes tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya HDP’ê ya Kuçukçekmeceyê hate lidarxisin bûn. Li avahiya grevê pankartên bi navîsa “Dawî li tecrîdê bînin û ji bo Ocalan azadî”û “Ji bo jiyana azad û hevpar ji bo Ocalan azadî” hate daliqandin.Rêveberê HDP’ê Taylan Urun li vir axivî û diyar kir ku ji ewlehî û tenduristiya Ocalan bi fikarin. Urun destnîşan kir ku divê bi lezgîn heyet biçe Îmralî û hevdîtinê pêk bîne.
Li Esenderê jî li avahiya HDP’ê ya navçeyê greva birçîbûnê hate destpêkirin. Di salona grevê de pankartên mîna “ Ji bo jiyanek azad û hevpar ji Ocalan re azadî”, “Dawî li tecrîdê bînin, ji Ocalan re azadî” û “Tecrîda li ser Rêbertiya tê wateya li ser gelan jî” hate dawliqandin. Çalakvanên tevlî grevê bibûn tîşortên li ser wêneyên Ocalan hebûn û nivîsa “ Ewlekariya wî elekariya me ye” hebû li xwe kiribûn. Hevserokê HDP’ê yê navçeya Esenler Ferman Ozgur axivî û ji bo tecrîda ku ti mirov û mirovahî qebûl nake protesto bikin û rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine. Ozgun bal kişand ser pêkanînên li dijî gelê Kurd û diyar kir ku ne mimkûne ku gel tecrîdê qebûl bike û got: “Em jî weke hemû mirovahiyê dixwazin jiyanek wekhev bijîn. Hêvî û daxwaza gelê Kurd ev e.
HDP’ê li navçeya Sancaktepeyê jî dest bi greva birçîbûnê kir.
ÎZMÎR
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr jî li avahiya DBP’ê beriya 15 rojan greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dabûn destpêkirin û komekî nû nobed dewr girt. Hevserok û rêvberên HDP’ê yên navçeya Melemen û Alîga nobeddewr girtin. Hevserokê navçeya Melemen a HDP’ê Sadik Varkan got ku divê bi lezgîn tecrîda li Ocalan were rakirin û bi malbatê re hevdîtin çêbibe. Varkan ragihand ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan e û wiha got: “Divê CPT û Ewropa dest bavêjin vê rewşê. Bêdengiya xwe xirabikin. Bi têkoşîn û pêşengtiya Birêz Ocalan gelê Kurd hemû mafê xwe qezenç kir û jiyanek nû afirand. Jiyana wî jiyan me ye. Ji niha û pêve heta ku agahiyek ji Birêz Ocalan neyê wergirtin wê têkoşîna me bidome.”
Hevserokê HDP’ê ya navçeya Alîga Huseyîn Ozcan jî wiha got: “Tecrîda li ser Rêbertiyê, tecrîda li ser gelê Kurd e. Her dem em dibêjin bê ‘Ocalan’ jiyan nabe. Em ê li her herêmê dengê xwe bilind bikin û bibêjin azadiya Ocalan azadiya me ye. Heta ku Rêbertiya me azad nebe wê têkoşîna me bidome.”
MÛGLA
Greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger ya ji aliyê Rêxisitna HDP’ê ya bajêr ve hatî destpêkirin, rêxistinê navçeya Bodrûm û Mîlas didomin. Rêxistinên navçeya Bodrûm û Mîlasê di daxuyaniya hevpar de, daxuyaniya hevpar ya parlamenterên girtî yên HDP’ê ku ji Ocalan re şandî bû hate xwendin.