Çalakiyên greva birçîbûnê di rojeva meclîsa federal a Elman de ye

Grevên birçîbûnê Kete rojeva meclîsa federal a Elman. Parlamenterê Partiya Çepgir Akbulut pirsa, ''Hûn li ser tecrîda li Imraliyê û grevên birçîbûnê çi difikirn?'' ji hikûmeta Merkel kir.

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe kete roja 101'ê. Piştî çalakiya Guven li Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê grevên birçîbûnê dest pê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya Fransayê ya bi tevlêbûna 14 çalakgeran kete roja 62'yan.

Li bara grevên birçîbûnê ku li pişt destek û eleqeya raya giştî heye û grev ketiye rewşeke krîtîk dewletên Ewropayê bêdengiya xwe didomînin. Di serê van dewletan de jî Elmanya heye. Ji bo ku helwesta Hikûmeta Federal a bi seroktiya Merkel a li bara grevên birçîbûnê diyar bibe Partiya Çepgir mijar anî rojeva Meclîsa Federal

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji jêderên nêzî Partiya Çepgir standî, bi pêşengiya parlementerê Partiya Çepgir Gokay Akbulut ji bo ku were bersivandin pirs ji Meclîsa Federal hate kirin.

Pirsên ku hatine kirin wiha ne:

''Hata Hikûmeta Federal jê heye ku welatiyên Elman an jî yên ku destûra wan a rûniştinê li Elmanya heye tevlî greva birçîbûnê bûne, ku grevên birçîbûnê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê ku li Tirkiyê girtiye, were rakirin dest pê kiriye.

Têkilî çalakiyên bi mebesta desteka li grevên birçîbûnê û bi daxwaza rabûna tecrîda li ser Ocalan yên li Elmanyayê pêk tên agahî bi Hikûmeta Federal re hene? Her wiha Hikûmeta Federal, di rojên de, bi rengê ku aktîvîst jiyana xwe ji dest bidin, texmîn dike ku di çalakiyên grevên birçîbûnê de çi wê bibin?''

Têkilî van pirsan nivîskî ku dane Meclîsa Federal tê payin ku Wezîrê Karê Navxwe Horst Seehofer an jî Wezîrê Karê Derve Heîko Maas heftiya bê, li Meclîsa devkî yan jî nivîskî bersivê bide.

HIKÛMETA MERKEL TÊKILÎ TECRÎDÊ DAXUYANIYA XWE JI BÎR KIR!

Partiya Çepgir ji bo ku li ser mijara Imraliyê ya helwesta hikûmeta federal a bi seroktiya Merkel fêhm bike Çileya bihurî dîsa mijar anîbû rojevê. Li ser pirsa têkilî tecrîda li Imraliyê, Wezîrê ji Karê Ewropayê ya Elmanyayê berpirs Mîchael Roth, li ser navê rêveberiya Berlînê 16'ê Çile ya 2019'an bersiv dabû, xwestibû ku hikûmeta Tirk li gorî peymanên navnetewî ku îmze kirî tecrîda li Imraliyê rake.

Roth xwestibû ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û gotibû divê Ocalan parêzer û malbata xwe bibîne. Lê li gel ku di ser vê daxuyaniyê re mehek derbas bûye jî hikûmeta Merkel ku ev soza xwe ji bîr kirî, ji bo ku grevên birçîbûnê bi dawî bibe çi gaveke ku zextê li hikûmeta Tirk bike, neavêtiye.