Bi boneya 2’yemîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereşê ku bandor li 11 bajaran kiribû û li gorî daneyên fermî 53 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl jî beşdar bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Hatayê Mursel Tonguç Salmanoglû, diyar kir ku tevî bi ser erdhejê re 2 sal derbas bûne jî hêj binpêkirinên mafan û mexdûriyet didomin. Salmanoglû, destnîşan kir ku hêj jî bi mîlyonan kes nikarin pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin.
Salmanoglû, got ku rayedar û mitehît berpirsyariya wan di karesatê de heye, nehatine darizandin û edalet pêk nehatiye.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Desthilatdara ku ne mafê jiyanê û mafê hewînê lê polîtîkayên rantê esas digirt, bûye sedema mirina bi dehhezaran kesan.” Meral Daniş Beştaş, hinek serpêhatiyên di dema erdhejê de hatine jiyîn vegot û wiha domand: “Ev dewlet dewleta kê ye? Heke xizmetê ji gel re neke û li dijî mirina dehhezaran kesan tişta pêwîst neke wê demê ji bo çi heye? Kizilayê kon firotin û desthilatdarî li pey rantê ket. Heta ekîbên hilweşandinê jî ji alîgirên xwe hilbijart. Yek ji sûcên desthilatdarî ew e ku hêj bi hezaran kes li Hatayê di konteyniran de di nava şertên li dijî rûmeta mirovahiyê de diîn. Desthilatdarî çi kir? IBAN da û Kizilayê jî kon firotin. Em ê bi gelê xwe re bin û têkoşîna me dê bidome.”
Endamê MYK’a ÎHD’ê Hakkî Demîr, jî diyar kir ku di raporan de hemû rastî bi zelalî derketine holê û banga piştevaniyê kir.
EDENE
Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Edeneyê û Platforma Ekolojiyê ya Edeneyê jî li Parka Abîdîn Dîno daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû û gelek kes beşdar bûn. Endama komeleyê Nilûfer Kokturk, di daxuyaniyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku pirsgirêkên mexdûrên erdhejê didomin. Gergerlîoglû, jî kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku sedema karesatê, xemsariya desthilatdariyê bû.
MÊRSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sozên hatin dayin nehatin bicihanîn, êş nehatin jibîrkirin” hate hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Em ji bîr nakin, hev helal nakin” berz kirin. Berdevkê platformê Kemal Goçmen, di daxuyaniyê de got ku berpirsyarê karesatê desthilatdarî ye û got: “Me ew êş ji bîr nekir û şîna me didome. Em bihêrs in. Ji ber ku rêveberên welêt çav û guhên xwe ji aqil, zanist, mantiq û hişyariyan girt û ev jî bû sedema mirina bi dehhezaran kesan.”
ÊLIH
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, jî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar, pêkhateyên platformê, kesên xizmên xwe di erdhejê de winda kirine û gelek welatî tevlî çalakiya bîranînê bûn. Pankarta “Ne erdhejê rant û xemsariyan kuşt” hate hilgirtin. Nûnerê Odeya Endezayarên Înşaetê ya Êlihê Şahîn Bavlî, di daxuyaniyê de got ku bûyereke xwezayî ji ber xemsariya desthilatdariyê veguheriye karesateke mezin.
Dîlber Yildiz, a di erdhejê de kurê xwe û xizmên xwe winda kirî jî got: “Di şeva 5’ê Sibatê de me şîva xwe ya dawî xwar û cara dawî axivîn. Bêyî haya me ji erdhejê hebe me planên xwe yên roja din çêkirin. Me hîs kir ku dê tiştekî nebaş bibe û em bi şev raneketin. Piştre jî erdhej çêbû. Beton bi ser me de hatin xwarin. Roja herî dirêj bû. Qîrînên me di nava kavilan de winda bûn. Ne erdhej, terkexemî dikuje. Di roja 13’yan a erdhejê de cenazeyê kurê min derxistin ji nav kavilan. Kekê min, birayê min di roja duyemîn de ez ji nav kavilan derxistim. Heke ne ji wan bûya ez niha nedijiyam. Ji bîr nekin ku em li herêma erdhejê ne. Ji kerema xwe tedbîrên xwe bigirin.”
WAN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Pêkhateyên platformê û gelek kes tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne erdhej, terkexemî dikuje” hat hilgirtin.
Engîn Işik, li ser navê platformê axivî û got ku êşên wan hêj mîna roja ewil in. Işik, kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku ew ê piştgirî û piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re mezin bikin.