Çalakiya TV10: Pêwîstiya jinan bi çapemeniya azad heye
Çalakiya xebatkarên TV10 ya ji bo vekirina kenalê wan dewam dike. Di çalakiyê de hate gotin ku pêwîstiya jinan bi çapemeniya azad heye.
Çalakiya xebatkarên TV10 ya ji bo vekirina kenalê wan dewam dike. Di çalakiyê de hate gotin ku pêwîstiya jinan bi çapemeniya azad heye.
Xebatkarên TV10 a bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hate girtin, bi daxwaza vekirina kenalê xwe di hefteya 60’an de li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikên Aştiyê, Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Qirkirina Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm jî piştgirî dan çalakiyê
Di çalakiyê de dowîzên “Çapemeniy azad nayê bêdengkirin” û “Dengê Elewiyan TV10’ hatin bilindkirin, dirûşmên “Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin”, “Bêdeng nebe, qîr bike, ji şidetê re na” û “Bêdeng nebe, qîr bike, jin hene” hatin berzkirin.
Bernamevana TV10’ê Rohat Emekçî, axivî û diyar kir k udi 25’ê Mijdarê de şidet li ser jinê tê kirin û destnîşan kir ku divê bi lezgîn zextên li ser jinên rojnamevan bi dawî bibin. Emekçî da xuyakirin ku TV10 dengê Elewiyan e û got: “ Eger televîzyon me nehatiba girtin, wê hemû zext û êrîşên li ser Elewiyan nîşan bidaban. Me wê nîşankirina malên Elewiyan ên li Meletiyê bikira rojev. Tevî ku tv me hatiye girtin jî em li kolanan van rewşan qîr dikin.
Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Qirkirina Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm jî mafê axaftinê girt û anî ziman ku her diçe asta şidetê ya li ser jinê zêde dibe û got: “Şidet, zext, destavêtin, destdirêjî û qetilkirina li ser jinê ji aliyê gelek dezgehên weşanên çapemeniyan ve nayên nîşandan. Ji ber wê yekê ji bo jinan pêwîstî bi çapemeniya azad heye.”
Çalakî bi xwendina deyîşên Elewiyan ve bi dawî bû.