Çalakiya Strasboûrgê di roja 35’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya bêdem a li ber Konseya Ewropa û CPT’yê ya ku ji bo tenduristî û ewlehiya jiyanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 35’an de ye.

Kurdistanî û dostên wan li gel rewşa xirab a hewayê serdana çalakiya rûniştinê dikin. Îro bi sedan Kurdistaniyên ku ji bajarên Zurîh, Basel, Lahr, Darmstadt û bajarên din yên Ewropayê çalakî dom kir.

Kurdistanî û dostên wan di saetên sibê de li hev civiyan û çalakî bi dirûşmeyan berdewam kir. Di bernameya piştî nîvro de ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîddeta li ser Jinê semînerek hate lidarxistin.

Aktivîsta TJK-E Newroz Serhat û berdevka Înisyatîfa Jinan a Zîn, Guley Ogûz weke axaftvan beşdarî semînerê bûn.

Semîner di şexsê Şehîd Delal Amed û 12 gerîlayên ku di rojên derbasbûyî de li Bestayê şehîd bûbûn û hemû şehîdên Şoreşê, bi rêzgirtinê dest pê kir. Di semînerê de destpêkê Newroz Serhat axivî û wiha got; “Şîddeta ku ev 5 hezar sal in li ser jinê tê kirin xwe weke bi qanûnî kiriye û heta roja me ya îro li dijî jinê sûcekî dijmirovahiyê ye. Ji ber wê sedemê em weke jin divê em xwe birêxistin bikin û li dijî sîstema serweriya zilaman, bi xweparastinê berfirehtir bikin.”

Serhat got ku civaka ku jin ne azad be azad nabe û wiha got; “Me tama azadiyê ji felsefeya Rêber Apo girtiye û ji bo wê jî divê herî zêde em jin ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Vî konê ku em tê de ne, herî zêde jin lê xwedî derdikevin. Em jin deynê xwe yê ji bo Rêbertiyê, bi azadkirina wî em dikarin bidin.”