Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê di roja 5’an de li pêşiya PE'yê dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya bi armanca bi lezgîn divê CPT heyetek têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan bişîne Îmralî ku li Strasboûrgê hatibû lidarxistin, di roja 5’an de li pêşiya Parlementoya Ewropayê kom bûn, diyar kirin ku dev ji daxwazên xwe bernadin.

Çalakiya rûniştinê ya roja Dûşemê bi tevlîbûna bi dehan partiyên Kurd, Tirkiyeyî û gelên din li gel saziyên baweriyên cuda, ji aliyê sedan hevparên van saziyan ve hate piştgirîkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir di roja 5’an de ye.

Çalakiya bi armanca lêkolînkirina rewşa ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi lezgîn heyetek ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence ya girêdayî Konseya Ewropa (KE) hate lidarxistin, bi awayê dorveger bi sedan kes tevlî bûn. Di 5 rojên destpêkê de li gel kesên li ser navê bidehan Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ên Ewropa bi awayê dorveger hejmara wê gihişte hezaran.

Nûçeyên provakator ên li ser tevnên civakî yên çapemeniya Tirk de derketin pêş li aliyekê, herî dawî birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehemt Ocalan di Îlona 2016’an de hevdîtin li gel birayê xwe kiribû, dihêle fikar hê zêdetir bibin.

WÊ 4 ROJAN LI PÊŞIYA PARLEMETOYA EWROPAYÊ ÇALAKÎ BÊ LIDARXISTIN

Çalakiya ku roja Dûşemê destpê kirî, îro li derbasî pêşiya Parlemetoya Ewropayê (PE) bû û wê heta 3!’ê Cotmehê li qada pêşiya avahiya parlementoyê dewam bike. Girse vê sibehê ber bi qada ku çalakiya Nobedê ya ‘Ji Ocalan re azadî’ ku ber bi PE’yê ve meşiyan.

Çalakî ji bo armanca PE’yê têkildarî mijarê bi hestyar bikin û hem jî wê ji bo demkî veguhestine vê derê.

Di tevahiya rojê de bi sedan kesên li pêşiya avahiya CPT’yê diyar kirin ku ji ber hevpeymana Mavê Mirovan a Ewropa divê ev sazî xwedî li erkên xwe derbikeve. Di nava çalakvanên li pêşiya avahiyê çalakiya rûniştinê pêkanîn de rêjeya jinan û ciwanan zêde bû.

Çalakvanên ku li pêşiya PE’yê bi zimanên Fransî, Îngilîzî, Elmanî, Tirkî û Kurdî daxwaza azadiya Ocalan qîr dikirin, posterên Ocalan hildan. Çalakvanan tîşortên li ser ‘Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû’ ku wêneyê Ocalan li ser bûn li xwe kiribûn, pankarên ku daxwaza azadiya Ocalan kirin.

HETA KU DAXWAZ BÊ BI CIH ANÎN WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN

Di daxuyaniyên nava çalakiyê de hatin kirin hatin diyarkirin ku bersivên bi hevdîtinên bi rayedarên CPT’yê re hatin kirin gel têr nabîne. Rêveberên CPT’ê duh li gel heyta ku ji Parlemterên PE’ytê Jûlîe Ward û endamê berê yê PE’yê Francîs Wûrtz li gel nûnerên HDP’ê yê KE’yê Fayîk Yagizay pêk tê re hevdîtin kirin. Rêveberên CPT’ê yên ku têkildarî mijara Ocalan îdîa kirin ku ‘ bi awayekî aktîv di nava têkildiyan de ne’, destnîşan kirin ku tevî vê agahiyên di destê wan de jî parve nakin.

KARTAL Û AKTAŞ PANEL DAN

Li pêşiya avahiya PE’yê siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş û Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal panelek dan.

Aktaş behsa berxwedana M. Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan ên li girtîgehan li dijî faşzîmê li ber xwe dan. Aktaş destnîşan kir ku gelê Kurd ên ji vê berxwedanê hêz girtin wê li ser rêya azadiyê meşa xwe berdewam bikin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî, gel silav kir û anî ziman ku wê çalakiyên xwe bidomînin. Kartal bibîr xist ku daxuyaniyên ku CPT dide fikarên gel derbas nake, heta ku daxwazên wan bê bi cih anîn wê çalakiyên xwe bidomînin.

ÇALAKÎ JI ALIYÊ HEZARAN KURDISTANÎ Û DOSTÊN WAN ÊN EWROPÎ VE HATE ZIYARETKIRIN

Di roja 5’an a çalakiyê de heta nihya li ser navê deha saziyan kes bi awayê dorveger tevlî çalakiyê bûne, ji sedan nûner û welatparêzên Kurd ji roja destpêka çalakiyê ve li Strasboûrgê ne.

Hema hema ji hemû bajarên Ewropa yên ku Kurd û dostên wan lê dijîn serdanên xwe yên ji bo çalakiyê dewam dikin. Di nava 5 rojan de hejmara kesên rojane serdan dikirin nêzî hezaran bûn.

Dîsa li gel nûnerên Elewî, Êzidî û tevgerên çep ên Tirkiyeyî, ji Rojava û Rojhilat jî tevlîbûn pêk hatin.

Li gel gelek parlementerên endamên PE û KE’yê nûnerên partiya çep ên Elmanya, Fransa, Dostên Kurd ên Alsasli û Fransayê bi dehan Ewropî jî serdana çalakiyê kirin û destekên xwe pêşkêş kirin.

Tê payîn ku wê sibe gelek tevgerê çep ên Tirkiyeyî û nûnerên partiyan, destekê bide çalakiya rûniştinê.

HEJMAREKÎ ZÊDE MALBATÊN ŞEHÎDAN, KESAYET Û HUNERMEND TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN

Ji roja Dûşemê ve gelek hunermend û gel piştgirî dan çalakiya li pêşiya CPT yê. Hunermendên weke Hozan Şemdîn, Hozan Seyîdxan, Hozan Diyar, Hozan Sosin, Hozan Kawa Ûrmiye û Kawa Aktaş jî di nav de bûn.

Dîsa ji Kurdistan û Tirkiyeyê hejmarekî zêde kesayet di çalakiyê de cihê xwe girtin û gelek ji wan jî di çalakiya rûniştinê de ne. Di nava van de Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, siyasetmedar Hevî Ahmedî, Parlamenterên HDP’ê Tûgba Hezer û Faysal Sariyîldiz, Hevşeredara Cizirê Leyla Îmret, Akademisyenên Aşitiyê Çetîn Gurer û Engîn Sûstam, Nivîskar-Rojnamevan Ahmet Nesîn, rojnamevan Veysî Sariozen û Fîlîz Koçalî, nivîskar Azîn Tûnç, ji qada 68’an siyasetmedar Mahîr Sayin û ji parêzerên Ocalan Mahmût Şakar jî di çalakiyê de cihê xwe girtin.

Siyasetmedar û nivîskarên Kurd jî di çalakiyê de bûn. Di nava van de Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal, siyasetmedar Kemal Aktaş, nivîskar Fûat Kav jî hebû. Li aliyê din malbatên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de şehîd bibûn û gazî jî ji bo Ocalan di çalakiyê de bûn.

SAZIYÊN KU PIŞTGIRÎDAYÎN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Sazî û nûnerên ku roja Dûşemê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûyîn û piştgirî dayîn çalakiya rûniştinê wiha ne;

KONGRA-Gel, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanya (NAV-DEM), Navenda Civaka Kurd a Fransa (CDK-E) NAV-BEL, DEM-NED, Meclîsa Êzidî ya Şengalê, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), NAV-YEK, Platforma Kurden Anatoliya Navin (PKAN-E), TEV-ÇAND, Kongreya Netewiya Kurdistan (KNK), Tevgera Goran, Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD), PJAK, Partiya Demokarîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDK-S), Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK), Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AvEG-KON), Platforma Şoreşgerên DeryaSpiyê, Federasyona Karkerên Tirkiyeyê li Ewropa, Federasyona Komelya Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Konfederasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa (ADHK), Kongera Gel a Mezopotamya (MHK), Cîhana tê de bê jiyîn (Yaşanacak Dünya), NOR-Zartonk, Federasyona Yekîtiya Dersim a Demokratîk ya Ewropa (ADEF), Partiya Keskan û Çepgirên Pêşerojê, Partiya Şoreşger, Navenda Çanga Koçgirî ya Ewropa, Hewldanên Mereş a Ewropa, Înisyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzidî.