Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê 19 roj li pey xwe hiştin

Çalakiya rûniştinê ya bê navber a li Strasboûrgê li ber CPT û KE’yê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî 19 roj li pey xwe hiştin, her wiha Xalê Alî û Pîr Mustafa hatin bibîranîn.

Îro bernameya çalakiyê li gel Hozan Farqîn bi strana Çerxa Şoreşê dest pê kir, li ber Konseya Ewropayê (KE) dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin berzkirin.

Komîteya amadekar diyar kir ku ji bajarên dî tevlêbûna li çalakiyê berdewam dike.

Di nav vê çarçoweyê de saet 14.00’an çalakger ber bi CPT’yê ve meşiyan û li ber bînahiyê çalakiya rûniştinê kirin. Çalakger nêzî nîv saetê li vir man û bang li CPT’yê kirin ku peywira xwe bi cih bîne. Li ser navê Tevgera Jina Kurd  a Gunê şandeyek bi rayedarên CPT’yê û KE’yê re axivî, îro careke dî jî şandeyek bi CPT’yê re rûniştibû.

SERTFÎKAYA 10 MILYON ÎMZEYÊN KU LI QADA NAVNETEWÎ HATIBÛ KOMKIRIN HATE HILGIRTIN

Sertfîkaya 10 milyon û 250 hezar îmzeyên ku di navbera salên 2012-2015’an de ji bo azadiya Ocalan li qada navnetewî hatibû komkirin û bi noterê hatibû mohrkirin jî li kon hate daleqandin.

Li ser navê Însîyatîva Navnetewî ya ji Ocalan re Azadî Havîn Guneşer got kampanya li gel mirovên takekes her wiha bi alîkariya rêxistin û saziyên ku bi 100 hezaran endamên wan hene, hatiye kirin. Guneşer diyar kir ku di nav wan de ji Îrlandayê Sînn Feîn, ji Baskê Bîldû Bask û ji Amerîkaya Latîn û Başûrê Amerîkayê jî şexs u sazî hene.

Guneşer diyar kir ji bo ku derfeya referandûmê nîn e ku kampanyaya mezin a îmzeyê kirine û got ji bo ku pirtûkên Ocalan li gelek zimanan hatiye wergerandin vê jî bandor kiriye ku bigihin girseyeke mezin.

XALÊ ALÎ Û PÎR MUSTAFA DEPREM HATIN BIBÎRANÎN

Di çalakiya rûniştinê de îro Welatparêzê Kurd Alî Başar (Xalî Alî) ku 7’ê Mijdarê li Duîsbûrgê jiyana xwe ji dest dabû û her wiha ji bo Pîr Mustafa Deperem yê ku di Yol Tv de bernameya ‘Yol ve Erkan’ (Rê û Şêwaz) dida bernameyeke bîranînê hate çêkirin.

Kav di bîranînê de got, ‘’Heke tevgera me îro hazir be ku li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji şoreşa Rojhilata Naîn re bike divê mirov ji bîr neke ku bi keda Xalê Alî û Pîr Mustafa ev geş bûye.’’

‘EW Ê TIM DI DILÊ ME DE BIJÎN’

Kav diyar kir ku Xalê Alî yek ji şahidê bûyerên girîng ê Dersimê ye û got pêgirîbûna wî ya bi Dr. Şivan berê wî daye Rêbertî û heta ku sax maye jî ji xeta Rêbertî dûr neketiye. Kav diyar kir ku Pîr Mustafa Deprem jî her wiha li gel ku nexweşiya pençeşêrê pê re hebûye jî xwe ji çalakiyan nehiştiye û got, ‘’Ew ji nav me çawa veqetiyabin bila veqetiya bin, ji nexweşiyê be yan jî bi ji qezayê be ferq nake. Ew ê weke şehîdên Kurdistanê heta hetayê di dilê me de bijîn.’’

KARTAL: EM LAYIQÎ WAN NIRXAN BIN KU EM ANÎNE VIR

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî got: ‘’Em çima dibêjin mirovên me wê neyên jibîrkirin? Ji ber ku wan hemû jiyana xwe ji bo jiyaneke birûmet feda kirine, hevrêyên me yên fedekar in. Em layiqî wan nirxan bin ku em anîne îro. Ev tevgera bi kedan bi sed hezaran Xalê Alî û Pîr Mustafa hatiye vê astê. Em ê bi manewîyeta wan li şehîdên xwe xwedî derbikevin.’’

 ‘BI NASNAMEYA XWE YA QIZILBAŞ Û KURD DI NAV TEVGERÊ DE BÛ’

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Rojda Yildirim got Xalê Alî gelek ked daye û nirxekî hêja ye. Li ser Pîr Mustafa Deprem jî got, ‘’Mustafa Deprem pîrekî me bûye û di heman demê de malbata şehîda jî bû. Di meşa dirêj de heta dawî li gel me bû. Pîrekî me yî wiha bû ku bi gerîla re hev dîtiye û bi gerîla re ketiye semahê. Li pey xwe mîrateyeke xweşik hişt. Ti caran serê xwe ji zilma dewletê re netewand. Kêm ji wan pîrê me bû ku hem bi nasnameya xwe ya qizilbaş û hem jî Kurd di nav tevgera azadiyê de bû. Em di şexsê wî de hemû pîrên Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin. Hêvî dikim heqê xwe li me helal bikin. Em ê li bîranîna wan xwedî derkevin.’’