Çalakiya rûniştinê ya li Straboûrgê bi Kurdên Rojhilat didome

Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropa û CPT’yê ku ji bo tenduristî û ewlehiya jiyanê ya Abdullah Ocalan dest pê kirî kete roja 28’an. Vê heftiyê bi komeke ji 40 kesî pêk tê Kurdên Rojhilat ketin çalakiya rûniştinê û ji Ocalan re azadî xwestin.

Çalakiya Rûniştinê ya ku li Strasboûrgê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) 23’ê Cotmehê bi daxuyaniya çapemeniyê ya 63 saziyan dest pê kirî di roja 28’an de didom. Li gel şertên zivistanê û hewaya cemidî jî Kurd çalakiya xwe didomînin û her derfet û delîveyê de bang li CPT dikin ku bi peywira xwe rabe.

Kurdan ji bo azadiya Ocalan dirûşm berz kirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û her wiha ji ber bêdendiya wan dewletên Ewropa jî şermezar kirin. Di çalakiyê de govend hategirêdan û komeke ji 40 kesî pêk dihat a bi endamên KODAR, PJAK û Platforma Zagrosê jî tevlî çalakiya rûniştinêbû. Di çalakiyan de bi Kurmancî, Soranî stran hatin gotin û govend hate girêdan. Hunermendên Komîsyona Çandê ya Rojhilat konseke biçûk dan.

 ‘SEROK APO HÊVIYA HEMÛ MIROVAHIYÊ YE’

Kurdên Rojhilat diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû mirovahiyê xwedî felsefeyekê ye û xwestin ku demildest azad dibe.

Hunermend Celal Dalawû got Ocalan hêviya Kurdan e û wiha domand: ‘’Serok Apo ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû mirovahiyê hêvî ye. Ji bo vê ye ku dewleta Tirk ev 18 sal in tecrîdê li ser datîne. Peywira me Kurdan ew e ku em li dij vê derkevin. Ji ber ku Rêber Apo hêviya hemû azadîxwazan e. Armanca me ew e ku em jê agahdar bibin lê armanca me ya sereke azadiya Serok Apo ye.’’

Dalawû got heta ku CPT biçe girava Îmraliyê ew ê çalakiya xwe bidomînin.

 ‘EM DIXWAZIN JI OCALAN AGAHDAR BIBIN’

Menûşah Rojhilatî jî diyar kir ku ew ji Ocalan agahdar nîn in û got, ‘’Ev 2 sal in me ji Serok ti agahî nestandine. Ciwan, yixtiyar em giş li vir in û dixwazin di zûtirîn demê de ji Serok Apo agahiyê bistînin.’’

Jala Mihemed jî diyar kir ku dewletên herêmê li ser Kurdan zextan dikin û got, ‘’Ev zext îro di ser şexê Rêber Apo de didomin. Tecrîdê li ser dikin. Em van kirina şermezar dikin. Ev 2 sal in em jê ne agahar in û dixwazin agahdar bin. Em ji çar parçeyên Kurdistanê mirov ji bo ku em daxwaza xwe bigihînin CPT û Konseya Ewropayê li vir in.’’

 ‘BILA EWROPA ZEXTÊ LI SER TIRKIYÊ BIKE’

Xebat Mihemedî jî got, ‘Rêber Apo ne tenê rûmeta Kurdan lê ya hemû mirovahiyê ye û ew temsîla vê rûmetê dike.’’

Mihemed got gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Ocalan li vir in û xwest ku dewletên Ewropa ji bo ku Ocalan azad bibe zextê li ser dewleta Tirk bike