Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya CTP’yê roja 36’an jî li pey xwe hişt
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ku bi daxwaza CPT bi lezgîn biçe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ziyaret bike, roja 36’an jî li pey xwe hişt.
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ku bi daxwaza CPT bi lezgîn biçe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ziyaret bike, roja 36’an jî li pey xwe hişt.
Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropa (KE) ku yekane saziya xwedî mafe ku biçe Îmraliyê serdan bike, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatibû destpêkirin bi tevlîbûnên nû dewam dike.
Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarên Belçîka, Swîsre, Elmanya û Fransa û bajarên din hatin tevahiya rojê bi çalakiyên cuda cuda dewam kirin. Kurdistaniyên ku ji saetên sibehê ve li konên li qada pêşiya avahiya CPT’yê û KE’yê hatibû vedan kom bûn, berê xwe dan Konseya Ewropayê tevahiya rojê dirûşim qîr kirin.
Çalakvanên ku dirûşmên “CPT biçe Îmralî” û “Ji Ocalan re azadî” qîr kirin, bang kirin ku divê CPT bi lezgîn vê daxwaza gelê Kurd bi bersivîne.
SALA 40’AN A PKK’Ê JÎ HATE PÎROZKIRIN
Di çalakiyê de bi boneya 27’ê Mijdarê Salvegera Damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) aktivîteyeke pîrozbahiyê jî hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de li ser navê Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) Medya Botan axaftin kir.
Botan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên xwe PKK a ku ava kir ev 40 sal in bê navber didom û wiha got: “Rêber Apo bi avakirina PKK’ê lêgerînek ji bo azadiya gelê Kurd da destpêkirin li aliyê din rêxistin ava kir û têkoşîn gihan roja îro.”
Botan diyar kir ku PKK ji roja ku ava bûyî heta îro bû malê gel û gihişte wê hêzê ku gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn bandor bike û wiha pêde çû: “Piştî evqas keda ku Rêber Apo ji bo me kirî, divê weke gel û weke tevger azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me erka me ya herî mazin e. Ji bo wê ye ku em îro li vir, heta bigihêjin armanca xwe wê çalakiya me bidome.”
Piştî axaftina Botan çalakvanên çalakiya rûniştinê govend gerandin, stran gotin, sala 40’an a PKK’ê bi coş pîroz kirin.
Di çarçoveya çalakiya rûniştinê ya ku 23’ê Cotmehê li Strasboûrgê destpê kir, ji bajarên cuda cuda yên çar welatan her roj bi dehan kes tên Strasboûrgê û tevlî çalakiyê dibin. Îro jî nêzî hezar kes tevlî çalakiyê bûn, deh hezar kes zêdetir jî çalakî ziyaret kirin.
Li qada ku çalakiya rûniştinê lê dom dike, çalakiya Nobeda ji Ocalan re azadî ku 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve hatî destpêkirin jî dewam dike.