Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya CPT’yê 38 roj li pey xwe hişt
Çalakiya rûniştinê ya ku bi dirûşma “CPT biçe Îmralî” bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne hatibû destpêkirin, 38 roj li pey xwe hişt.
Çalakiya rûniştinê ya ku bi dirûşma “CPT biçe Îmralî” bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne hatibû destpêkirin, 38 roj li pey xwe hişt.
Çalakiya rûniştinê ya ku 23’ê Cotmeê bi tevlîbûna 63 saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî û nûnerên gelên Rojhilata Navîn li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) hatibû destpêkirin bi tevlîbûnê nû dewam dike.
BI TEVLÎBÛNÊN NÛ DEWAM DIKE
Di roja 38’an a çalakiyê de hejmarake zêde ya ji bajarê Anvers ê Belçîka, bajarê Amsterdam ê Hollanda, bajarê Basel ê Swîsreyê û bajên Marsîlya û Parîs ên Fransayê û bajrê Freîbûrg ê Elmanyayê tevlî çalakiyê bûn.
Li konê li qada çalakiya Nobedê ya ji Ocalan re azadî ku ev 5 sal û nîve ku li qada navbera CPT û Konseya Ewropayê (KE) dewam dike, civîn, semîner û aktivîteyên cuda tên lidarxistin.
Çalakvanên ku di saetên sibê de berê xwe dan avahiya CPT’yê, dirûşmên “CPT biçe Îmralî”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû” û “Aştî” qîr kirin. Diyar kirin ku divê CPT erka xwe pêk bîne.
RÊJEYA JINAN ZÊDE BÛ
Di beşa îro ya çalakiyê de zarok jî di nav de hejmara jinan pir li pêş bû. Di çalakiyê de li gel Kurdistaniyan malatên Tirkiyeyî yênji Belçîkayê jî çalakîvan ziyaretkirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Çalakvanên ku di nava rojê de gelek belavok belavkirin, ji bo kesên derdor têkildarî rewşa Ocalan agahdar kirin.
Tevî hewaya sar û mercên zivistanê jî çalavanan li ber muzîkan govend gerandin.
NAVÊ SAZIYÊN KU PIŞTGIRÎ DIDIN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Navên saziyên ku piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê ya ku bi sirûda ‘CPT biçe Îmralî wiha ne:
“KONGRA-Gel, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanya (NAV-DEM), Navenda Civaka Kurd a Fransa (CDK-E) NAV-BEL, DEM-NED, Meclîsa Êzidî ya Şengalê, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), NAV-YEK, Platforma Kurden Anatoliya Navin (PKAN-E), TEV-ÇAND, Kongreya Netewiya Kurdistan (KNK), Tevgera Goran, Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD), PJAK, Partiya Demokarîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDK-S), Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK), Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AvEG-KON), Platforma Şoreşgerên DeryaSpiyê, Federasyona Karkerên Tirkiyeyê li Ewropa, Federasyona Komelya Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Konfederasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa (ADHK), Kongera Gel a Mezopotamya (MHK), Cîhana tê de bê jiyîn (Yaşanacak Dünya), NOR-Zartonk, Federasyona Yekîtiya Dersim a Demokratîk ya Ewropa (ADEF), Partiya Keskan û Çepgirên Pêşerojê, Partiya Şoreşger, Navenda Çanga Koçgirî ya Ewropa, Hewldanên Mereş a Ewropa, Înisyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzidî.
Di çalakiyê de heta roja îro bi dehan hunermendên Kurdistanî û Tirkiyeyî tevlî bûn û destek kirin.