Çalakiya rûniştinê li ber Konseya Ewropayê kete roja duyemîn

Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê (KE) ku bi mebesta ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî were xwestin dest pê kiribû, di roja duyemîn de bi bernameyeke tije berdewam dike.

Çalakiya ku duh dest pê kirî bi tevlêbûna 140 kesên temsîlî yên li ser navê Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) berdewam dike. Ên ku tevlî çalakiyê bûne bi piranî nûnerên li Elmanya, Swîsre û herêma Alsas a Fransayê ne.

Di çalakiyê de her wiha li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA)  û saziyên Êzîdiyan jî nûner hene. Her wiha di çalakiyê de endamên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad jî hene, nûnerên PYD’ê, PJAK’ê, nûnerên partiyên ji parçeyên dî yên Kurdistanê jî ji bo Ocalan di çalakiya rûniştinê de ne.

Çalakvan sibehê saet 8’an bi deqeyek rêzgirtinê dest bi rojê kirin û her wiha li ser bernameya rojê çalakger hatin agahdarkirin.

Çalakgeran di navbera saet 10.00 û 10.15 deqeyan de dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

RÊVEBERÊN XWECIH ÊN ITALÎ WÊ CIVÎNEKÊ BIKIN

Di nav çarçoweya çalakiya rûniştinê de îro saet 14.00’an Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç wê semînerekê bi mijara geşedanên siyasî bide. Saet piştî 16.00’an jî şaredarên Italî û endamên meclîsê, ku welatiya rûmetê dane Ocalan wê gotarekê bidin. Hilbijartiyên xwecih wê ramanên xwe yên derbarê Ocalan û her wiha tiştên ku ji bo azadiya Ocalan kirin vebêjin. 

DI DEMA ÇALAKIYÊ DE LI KE’YÊ WÊ GELEK HEVDÎTIN PÊK WERIN

Şandeya ku îro kete çalakiya rûniştinê, li Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) gelek hevdîtinan pêk bîne. Bi vê çarçoweyê ji bilî Tirkiyê û Azerbaycanê plan hatiye danîn ku bi hemû fraksiyonên MPKE’yê re hevdîtinê bikin.

Saet 17.00’an jî bi rayedarên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) re hevdin wê pêk were.