Çalakiya li Girtîgeha Gezbeyê di roja 10’an de ye

Jinên TJA’yê serdana çalakiya rûniştinê ya li Pêşiya Gezbe ya xizmên girtiyên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne kirin.

Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di 9'ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Gebzeyê dan destpêkirin, di roja 10'an de didome. Welatiyên ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê ji Stenbolê hatin, polîsan rêya wan birî û nasnameya wan kontrol kirin.

Parlementerên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum û Şevîm Coşkûn jî di nav de gelek kes tev li nobetê bûn.

Girseya ku gihaşt ber Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Gebzeyê, polîsan pêşiya wê birî. Polîsan diyar kir ku biryar biryara walîtiyê ye. Li ser vê Parlementer Taşdemîr bertek nîşan da û got: "Hûn qanûnê bin pê dikin." Polîsan jî ji taşdemîrê re got: "Em dewletê temsîl dikin." Piştî munaqişeyeke kin, tenê destûra malbatan hat dayîn û malbatan çalakiya rûniştinê li dar xist.

Li ser navê çalakgeran ahtîce Soyler axivî. Soyle, diyar kir ku ew ê her roj nobetê bigirin û got: "Heta tecrîd bi dawî nebe em ê li vira bin. Eger em li vira nesekinin wê ji girtîgehan tabût derkevin. Em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin."