Piştî çalakiya li ber HBF a Kölnê, meşa gel destpê kir-NÛ BÛ
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdên li Efrînê, li bajarê Köln ê Elmanyayê tên şermezarkirin. Gel piştî çalakiya li ber HBF a Kolnê dimeşin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdên li Efrînê, li bajarê Köln ê Elmanyayê tên şermezarkirin. Gel piştî çalakiya li ber HBF a Kolnê dimeşin.
Kurdistanî û dostên wan, ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê şermezar bikin, danê sibehê li ber HBF a Kölnê li hev civiyan û çalakiya protestoyî li darxistin. Piştî çalakiyê meşa Kurdistanî û dostên wan destpêkir.