Çalakiya greva birçîbûnê ya ku 19’ê Adarê ji aliyê parlemeterên HDP’ê û şaredariyan ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê ji bo Efrînê hatibû destpêkirin, di roja 11’an de dewrî koma PYD’ê hatibû kirin, li konê pêşiya avahiya NY’yê dewam dike.
Koma PYD’ê ya ku ev 4 roj in li pêşiya avahiya NY’yê ku ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker NY’yê û hêzên navneteweyî bikevin nava tevgerê, bal kişandin ku divê NY’yê guh bide bangên welatiyên Efrînê yên ku di bin çavdêriya NY’yê de vegerin Efrînê.
‘FÊDEYA DAGIRKERIYÊ JI BO TU KESÊ NÎNE’
Çalakvanan diyar kirin ku bêdengiya NY’yê û hêzên navneteweyî ya li hember bûyerên li Efrînê diqewimin bi zelalî dide nîşandan ku piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk, bal kişandin ku bêdengiya li hemberî dagirkerî û binpêkirina mafan ti fêdeyê nade tu kesê.
Di nava rojê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan serdana çalakvanan dikin. Di roja 15’an de jî çalakvan û kesên tên serdana wan bi yek dengî dirûşmên ku rûyê dewleta Tirk a qirker kifş dike qîr dikin. Dîsa dirûşmên berxwedana Efrînê silav dikin, berz dikin.
Her wiha ji beşên cuda yên herêmê jî rojane tên serdana çalakvanan û eleqeyek mezin nîşan didin. Çalakvanan bi belavokên nava rojê de belav dikin bal dikişînin ser bûyerên li Efrînê rû didin, her wiha tevî bûyerên li Efrînê rûdidin sûcê mirovahiyê ye jî hê jî NY’yê û hêzên navneteweyî bêdengin.
Ji çalakvanên greva birçîbûnê Dilber Omer, Aseya Rajîd û Alî Omer têkildarî çalakiyê ji ANF’ê re axivîn.
ALÎ OMER: LI HER QADÊ EM Ê ÇALAKIYAN BIKIN
Omer bal kişand ku bi ruhê berxwedana Efrînê 15 roj in çalakiya greva birçîbûnê dom dikin û got: “Em ê vê têkoşîna xwe ya pîroz û bi maf li her qadê bilind bikin, em ê bikin ku hêzên dagirker ji Efrînê derkevin. Divê bi leztirîn demê NY’yê guh bide daxwazên gelê me û hê zêdetir nebe şirîkê sûcê şer.”
DÎLBER OMER: HETA KU KURDISTAN AZAD BIBE…
Ji çalakvanan Dîlber Omer jî bibîr xist ku wê berxwedana Efrînê bibomînin û got: “Di kesayeta Efrînê de heta Kurdistan azad bibe, em ê li qadan bin.” Omer banga xurtkirina berxwedanê kir.
DAYIK RAJÎD: EM JI BO MIOVATIYÊ ŞER DİKÎN PIŞTGIRÎ BIDIN ME
Di nava çalakvanan de yek ji kesa ku bal dikişan û tevî temenê xwe yê mezin Aseye Rajîd bû ku ketiye greva birçîbûnê. Dayik Rajîd a ku zarokek xwe di Berxwedana Serdemê de şehîd daye bi peyvên “Erê, zilm li ser gelê me heye, lê zarokên me yên li berxwe bidin jî hene” dest bi axaftinê kir. Dayik Rajîd got; “Divê em ji berxwedanê re bibîn alîkar”, dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar kir.
Dayik Rajîd a ku bang li gelên cîhanê kir ku bêdeng nemînin, got; “Erdogan, jin û zarokên me qetil dike. Cih û warê me dagir dike. Erdogan li dijî mirovatiyê şer dike. Em ji bo nirxên mirovatiyê bi parêzîn berxwedan dikîn. Em çawa li Kobanê bi ser ketîn, Em ê li Efrînê jî bi ser bikevîn. Ji bo wê divê em hemû derê bikîn qadên çalakiyan û berxwedana xwe berdewam bikîn. Çi ji destê me tê divê em wê bikîn. Di vê em li hemberî vî şerî bêdeng nemînîn.”
PYD’ê çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya NY’ê wê sibe dewrî Rêxistina Jinên Kurd a Ewropa bike.