Çalakiya girseyî ya li ber Konseya Ewropayê di hefteya 3'an de ye

Çalakiyên ku bi pêşengiya KCDK-E'yê li ber avahiya Konseya Ewropayê li dijî tecrîdkirina Ocalan pêk tên, didomin.

Çalakiya rûniştinê ya girseyî, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E) tê lidarxistin, di hefteya 3'an de ye.

Di çalakiyê de piştgirî ji berxwedana greva birçîbûnê re tê dayin û bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) tê şermezarkirin.

 

Ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Hollanda û Belçîkayê zêdeyî 100 kes roja Duşemê tevlî çalakiya rûniştinê bûn û tê payin, rojên bê hejmareke zêdetir Kurdistanî tevlî çalakiyê bibin.

ÇETÎN: ÇALAKÎ NE TENÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ YE, HER WIHA LI DIJÎ SAZIYÊN XWE BÊDENG KIRINE

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser girîngiya berxwedana li dijî tecrîdê beşdarên çalakiyê axivîn.

Rojnamevan Ferda Çetîn diyar kir, çalakiya wan ne tenê li dijî polîtîkayên faşîst ên hikumeta Tirk e, her wiha ew li dijî bêdengiya Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê helwestê nîşan didin.

Çetîn got, "Em bang li wan kes û saziyên ku nabihîzin, nabînin û fêhm nakin dikin ku vî dengî bibihîzin, bibînin û fêhm bikin."

'KONSEYA EWROPAYÊ JI BER KU PEYMANA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ TÊRKER NEDÎT, CPT AVA KIRIBÛ'

Çetîn bal kişand ser sedema avabûna CPT û diyar kir, Konseya Ewropayê ji ber ku peymaneke Neteweyên Yekbûyî têrker nedît CPT ava kir.

'OCALAN 4 SAL IN BI RENGEKÎ GIRANKIRÎ TECRÎDKIRÎ YE'

Çetîn bi bîr xist, armanca avabûna CPT ew e ku kiryarên xerab û êşkenceya li girtîgehan tespît bike, dest lê werde û got, erka CPT heye ku di rewşeke wiha de bêyî ji dewleta pêwendîdar destûrê werbigire dest li binpêkirina mafên mirovan werde.

Ferda Çetîn destnîşan kir, CPT pîvana xwe ya damezrandinê binpê kiriye û diyar kir, Ocalan 4 sal in bi rengekî giran tecrîdkirî ye.

'DIVÊ GEL JÎ BÊDENG NEMÎNE'

Ferda Çetîn her wiha ragihand, berpirsyarî dikeve ser milê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û got, "Bi bêdengî û xemsariyê dawî li tecrîdê nayê." Çetîn destnîşan kir, berxwedana ku niha li dijî tecrîdê tê kirin wê teqez bi ser bikeve.

XELEKA JI MIROVAN A LI BER KONSEYA EWROPAYÊ: BANGA 'TAVILÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Girseya gel pankarta bi nivîsa "Ez hevrêya wan kesa me ku gelekî ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de canê xwe feda dikin" a gotina Leyla Guven vekir û ber bi qada li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê meşiya.

Çalakgeran ber bi avahiya Konseya Ewropayê xelekek ji mirovan ava kirin.

Çalakgeran bi gelek zimanên Ewropî dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Bes e ji tecrîdê re", "Li dijî tecrîdê bêdeng nemînin", "Bijî Serok Apo", "Terorîst Tirkiye" û "Kujer Erdogan" qîriyan.

Çalakgeran her wiha bang li Konseya Ewropayê û CPT kirin ku li dijî tecrîdê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakger piştre li qada ku çalakiyê pêk tînin vegeriyan.

Ji Koma Berxwedan Peywan Arjîn, Hozan Kawa, Xelîl Xemgîn û Hozan Şemdîn wê di çalakiyê de bistirên.