Çalakiya ‘CPT biçe Îmralî’ di roja 23’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg a bi armanca CPT biçe Îmralî ku rewş, ewlehî û tenduristiya Ocalan lêkolîn bike hatibû destpêkirin bi hemû biryarardariya xwe dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg a bi tevlîbûna dehan saziyên bi armanca Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) biçe Îmralî ku rewş, ewlehî û tenduristiya Ocalan lêkolîn bike hatibû destpêkirin bi hemû biryarardariya xwe di di roja 23’an de dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya li CPT’ê û Konseya Ewropa (KE), hate diyarkirin ku heta CPT erka xwe bi cih bîne wê çalakî dewam bikin.

BI TEVLÎBÛNA GELEK WELATÊN EWROPA DEWAM DIKE

Çalakiya rûniştinê ya di roja 23’an de îro bi tevlîbûna Kurdistaniyên li bajarê Berlîn ê Elmanya, Wûppertl li gel bajarê Basel ê Swîsreyê dewam dike. Çalakiya rûniştinê ya bi tevlîbûna Kurdistaniyên li bajarên Elmanya, Belçîka, Fransa, Swîsre û Holandayê bi dorveger 63 nûnerên Kurd, Tirk sazî û rêxistinên ji bawerî û gelên Rojhilata Navîn destek dikin. Di çalakiyê de hevparên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û endamên Ciwanên Azad cih girtin û li gel vê jî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dibin.

AGAHDARKIRIN PÊK TÊN, JI BO GIRTIYAN ÎMZE TÊN KOMKIRIN

Di beşa îro ya çalakiyê de nirxadin hatin kirin, ji aliyê komîteya rêxistinkirinê ve têkildarî çalakiyê bi tevlîbûna çalavanan agahdarkirin pêk hat.

Çalakvanên ku her saetê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê (KE) kom dibin, dirûşmên bi zimanê Fransî ‘CPT biçe Îmralî’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ hate qîrkirin, bang hate kirin ku sazî erkên xwe bi cih bînin. Her wiha ciwan li pêşiya avahiya KE’yê têkildarî tecrîda li ser Ocalan belavok belav dikin.

Her wiha di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyên ji bo KE’yê û CPT’ê bişînin kom kirin.

BANGA XWEDÎDERKETINA LI ERDHEJZEDEYAN HATE KIRIN

Îro di seatên sibê de ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Medya Botan ve ji bo agahî dayînê civînek hate li darxistin û bal hate kişandin li ser felaketa erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Botan banga hevgirtinê ji bo erdhejzadeyan li gelê Kurd kir û wiha got; “Gelê Kurd weke her demî wê bi xwe birînên xwe bipêçe.”

LI PÊŞIYA CPT YÊ BANGA ‘BI LEZ BIÇIN ÎMRALIYÊ’ HATE QÎRKIRIN

Di çarçoveya çalakiya rûniştinê de îro di seat 14:00’an de çalakger bi dirûşmeyan heta avahiya CPT yê meşiyan û li vir nêzî 20 deqîqeyan dirûşme qîrkirin. Kurdistaniyên ku li pêşiya avahiyê rûniştin bang li CPT yê kirin ku hewldana xwe ya li dijî fikarên gelê Kurd biguherînin û bi lez heyetekê bişînin Îmraliyê.

SAZIYÊN KU BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BÛYÎN Û PIŞTGIRÎ DIDIN ÇALAKIYÊ

Navê saziyên ku dorveger û bi dem beşdarî çalakiyê bûyîn wiha ne;

KONGRA-Gel, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanya (NAV-DEM), Navenda Civaka Kurd a Fransa (CDK-E) NAV-BEL, DEM-NED, Meclîsa Êzidî ya Şengalê, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), NAV-YEK, Platforma Kurden Anatoliya Navin (PKAN-E), TEV-ÇAND, Kongreya Netewiya Kurdistan (KNK), Tevgera Goran, Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD), PJAK, Partiya Demokarîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDK-S), Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK), Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AvEG-KON), Platforma Şoreşgerên DeryaSpiyê, Federasyona Karkerên Tirkiyeyê li Ewropa, Federasyona Komelya Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Konfederasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa (ADHK), Kongera Gel a Mezopotamya (MHK), Cîhana tê de bê jiyîn (Yaşanacak Dünya), NOR-Zartonk, Federasyona Yekîtiya Dersim a Demokratîk ya Ewropa (ADEF), Partiya Keskan û Çepgirên Pêşerojê, Partiya Şoreşger, Navenda Çanga Koçgirî ya Ewropa, Hewldanên Mereş a Ewropa, Înisyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzidî.