Çalakgerên li Rêxistina Efûyê hatibûn destgîrkirin, hatin berdan

Çalakgerên ku li avahiya Rêxistina Efûyê ya li Londrayê ji ber protestokirina tecrîdê hatibûn destgîrkirin, hatin berdan.Derbarê çalakgeran lêpirsîn hate destpêkirin.

Komek çalakger roja Çarşemê li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çalakî û greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.

Li ser daxwaza Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî polîsên Îngîltereyê mudaxeleyî çalakgeran kiribû û 15 kes destgîr kiribûn. Çalakgerên ku hatibûn destgîrkirin, roja Şemiyê serbest hatin berdan. Biryar hate dayîn ku çalakgerên serbest hatine berdan, ji 200 metreyî zêdetir nikarin nêzî avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bibin.

Çalakgerên ku li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dest bi çalakiyê kiribûn ji Rêxistina Efûyê xwestibûn ku bila derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê daxuyaniyekê bidin.

Meclîsa Gel a Kurdan a Brîtanyayê jî got ku “Rêxistina Efûyê li ser meseleyeke ku wê eleqedar dike, me xwest em bêdengiya wan şermezar bikin. Lê bi awayekî hovane mudaxeleyî vê çalakiya aştiyane hate kirin. Rêxistina Efûyê tecrîd li çalakgeran kiriye, daşirên li avahiyê ji bo xizmeta çalakgeran girtiye. Rêxistina Efûyê ji dêvila ku guh bide daxwazên çalakgeran, çalakger tecrîd kirine. Em vê helwesta Rêxistina Efûyê şermezar dikin.”