Çalakgerên li Kolana Yukselê dîsa hatin binçavkirin

Di roja 400'î ya çalakiya "Em daxwaza karê xwe dikin" de, polîsan 7 çalakger bi lêdanê binçavkirin.

Greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ji bo karê wan li wan bê vegerandin hate destpêkirin, di roja 208. de ye. Çalakiya "Em daxwaza karê xwe dikin" a li kolana Yukselê ya Enqereyê jî ket rojav 400'î.

Çalakgeran xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a ku dora wê bi bendan hatiye girtin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, lê belê polîsan destûr nedan.

Polîsan pankarta çalakgeran çirandin û Mehmet Dersûlû, Îlker Işik, Sîmge Aksam, Nazan Bozkûrt, Acûn Karadag û du kesên navê wan nehat hînbûn bi lêdanê binçav kirin.