Çalakgerên li Atînayê: Çalakiyên me wê bi rengê cuda bidomin

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan bi 10 koman û 30 kesî dest pê kiribû qediya. Çalakgeran diyar kirin ku çalakiyên wan ên li dijî tecrîdê wê bi rengê cuda bidomin.

Greva birçîbûnê ya bi mebesta bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteka ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi 10 koman û bi 30 kesî dest pê kiribû qediya.

Çalakgerên greva birçîbûnê diyar kirin heta ku ew encamekê bi dest bixin û tecrîda li ser Ocalan ranebe ew ê çalakiya xwe bi rengên cuda bidomînin.

Çalakgeran greva birçîbûnê bi meşekê bi dawî kirin. Çalakgeran nameyek têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane parlamentoya Yewnanîstanê.