Çalakgeran bi Partiya Lîberal a Swêdê re hevdîtin kirin

Kurdistaniyên ku tevî dostên xwe li Stockholmê di greva birçîbûnê de ne, doh serdana parlamentê kirin û bi Parlamenterê Partiya Lîberal û Berdevkê Polîtîka Derve Fredrik Malm re hevdîtin kirin.

Tord Viktor Joensen, Lida Weerts û Hozan Figen ên ji Norwêc û Danîmarkayê hatin Stockholmê û tevlî çalakiyê bûn, li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê yên li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên dinyayê tê kirin, daxuyanî dan.

Çalakgeran gotin, tevî ku Leyla Guven û hin çalakgerên greva birçîbûnê li ber mirinê ne, dinya bêdeng e û ev bêdengî ne ya qebûlkirinê ye. Çalakgeran ji Partiya Lîberal xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê.

Malm jî ragihand, wê mijarê bixe rojeva koma parlamentê ya ku ji bo piştgiriya bi Kurdan re dixebite û wê daxuyaniyeke hevpar bidin. Malm diyar kir, ew ê jî bi rêya pêşnûme pirseke nivîskî, tecrîdê û grevên birçîbûnê bixe rojeva parlamentê.

MALM: DIVÊ DINYA PIŞTGIRIYÊ BIDE KURDAN

Malm piştî hevdîtinê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ew matmayî ye ku dinya li pêşberî grevên birçîbûnê bêdeng e ku bi hezaran kes di grevê de ne û 8 ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Malm got, "Grevên birçîbûnê rewşa Kurdên li Tirkiye û Sûriyeyê nîşan dide. Dinya divê Kurdan biparêze û ji bo azad bibin, piştgiriya wan bike."

Malm bal kişand ser gefên Erdogan ên li ser Rojava jî û got, "Em van gefan cidî dibînin. Tiştên li Efrînê qewimîn me dît. Piştî ku leşkerên Tirk tevî cîhadîstan ew der dagir kirin, rewşa wir nebaş bû. Eger bixwaze heman tiştî li Qamişlo, Serêkaniyê, Kobanê bike, wê her der veguhere gola xwînê."

Malm destnîşan kir ku divê dinya li ber gefên dagirkirinê yên Tirkiyeyê rabe û ji bo destekê bide Kurdan.

Hozan Figen jî bêdengiya dinyayê rexne kir û got, Kurdên Anatoliya Navîn divê xwedî li îradeya xwe derkevin û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakgerên greva birçîbûnê li meydana Odenplan a Stockholmê kon vedane û çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.