9 rêxistinên civakî yên sivîl nameyek ji Wallstrom re şandin

9 rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê nameyek ji Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom re şandin û bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê ku li asta krîtîk e.

Name di civîneke Wezareta Karên Derve de ku bi rêxistinên civakî yên sivîl re pêk dianî, pêşkêşî Wallstrom hate kirin.

Bi navê Partiya Çep Yekbûn Alp tevlî civînê bû û qala binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir.

Alp piştî axaftinê, nameya ji aliyê 9 rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê radestî Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom kir.

Di nameyê de hate ragihandin ku Tirkiye 3 sal in ji aliyê rejîmeke totalîter ve tê birêvebirin û li ser binpêkirina mafên mirovan mînakên berbiçav hatin dayin. 

DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê WELAT KIRIYE GIRTÎGEHEKE VEKIRÎ

Di nameyê de li ser zext û zordariya li HDP û Kurdan tê kirin wiha hate gotin: "Ji ber helwesta şoven û êrîşkar a hikumeta AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan, hewl tê dayin hebûna statuyî û çandî ya Kurdan ji holê bê rakirin, bê astengkirin. Rejîma yek şexsî ya li Tirkiyeyê ji ber hevsengiyên derve niha nikare êrîşî Bakurê Sûriyeyê bike, lê destwerdan û ambargoya xwe ya li herêmê bi her şêweyî didomîne. Ji ber vê yekê Kurdistana Tirkiyeyê veguheriye qada şer.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nikare xwe li dengekî mûxalîf rabigire, welat kiriye girtîgeheke vekirî. HDP'ê di hilbijartinê de 2 ji 3 parên tevahiya nifûsa Swêdê yanî 6.1 milyon deng stend. Li parlamentê bû partiya sêyemîn a herî mezin. Ji ber mûxalefeta xwe ya li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê parlamenter û şaredariyên wê dibin hedefa zextên giran. Hevserokên wê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag nêzî 3 sal in girtî ne. Tevî Demîrtaş û Yuksekdag bi dehan parlamenter, şaredar û bi hezaran siyasetmedar girtî ne."

LEYLA GUVEN LI BER REJÎMA TOTALÎTER RABÛ

Di nameyê de hate bibîrxistin ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji 7'ê Mijdara 2018'an ve bi greva birçîbûnê li ber rejîma totalîter a li Tirkiyeyê rabûye û hate gotin, "Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekê ye ku parlamenterek ewqasî demdirêj di greva birçîbûnê de ye."

Di nameyê de pêvajoya hevdîtinên 'pêvajoya çareseriyê' ya li Tirkiyeyê hatin bibîrxistin û hate ragihandin, "Aktorê herî girîng ê siyasî yê wê demê lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan bû ku li girtîgeha Girava Îmraliyê ye. Desthilatdariya ku tirsiya wê li Tirkiyeyê demokrasiyeke xurt ava bibe, danûstandinên ji bo aştiyê qedand. Hevdîtinên aştiyê jî bi vî rengî bi dawî bûn."

JI BO AŞTIYÊ DIVÊ TECRÎDKIRINA OCALAN BI DAWÎ BIBE

Di nameyan de hate ragihandin, dewleta Tirk ku di dîrokê de gelek hindikahiyên qewmî û olî qir kriiye, niha heman tiştî dixwaze bîne serê Kurdan û hate gotin, "Daxwaza Leyla Guven rabûna li ser sûcekî wiha yê li dijî mirovahiyê ye. Ji b pêkhatina aştî û demokrasiyê divê tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe."

Di nameyê de ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom hate xwestin ku di vî warî de bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê. Saziyên ku mohra xwe danîne binê nameyê: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, yekîtiya Jinan a Sara, Enstîtuya Kurd a Stockholmê, Buroya Rojava, PYD Swêd, KNK, Meclîsa Jinan a Amara, PJAK, Federasyona Elewiyan û Komeleya Piştevaniyê.