9’ê Cotmehê li ber Konseya Ewropayê tê protesto kirin

9’ê Cotmehê li ber Konseya Ewropayê tê protesto kirin

Biboneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat, tê plankirin ku li gelek welatên Ewropa bê protesto kirin.

Komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê dê sibe li ber Konseya Ewropayê bê protesto kirin. Ji bo protestokirina komployê dê Kurdistaniyên li herêma Alsas Loren û herêmên Almanayê ên Offenburg, Lahr, Kehl û Freiburg jiyan dikin dê sibe di demjimêr 14:00’an li ber avahiya KE bên gel hev.