8 endamên HDP'ê hatin binçavkirin
Li Bûrsayê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin ku 5 jê jin in.
Li Bûrsayê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin ku 5 jê jin in.
Polîsên Tirk li Bûrsayê danê vê sibehê avêtin ser malan û 8 kes binçav kirin ku 5 jê jin in.
Kesên hatine binçavkirin ev in:
"Hevseoka HDP'ê ya Navçeya Gemlîkê Leyla Metîn, rêvebera HDP'ê ya Navçeya Nîluferê Naîme Oktay, Rojda Kocaman, Ronîda Yildirak, Dîlan Aladag, Serhat Soybaş, Cem Kaya û welatiyê bi navê Yakûp ku paşnavê wî nehat zanîn."