HDP'ê diyar kir ku di navbera 17'ê Hezîran-16'ê Tebaxê de 78 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. HDP'ê got, "Di operasyonên binçavkirinê yên heman piştî 7'ê Hezîranê destpê kirin de, heta 26'ê Tebaxê 1.628 kes hatin binçavkirn, 298 kes hatin girtin."
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê, li ser înfaza sivîlan, operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê de, bîlançoyeke berfireh a navbera 17'ê Hezîran-26'ê Tebaxa 2015'an amade kir.
MIRINA SIVÎLAN
Li gorî bîlançoya HDP'ê, di navbera rojên 17'ê Hezîranê-26'ê Tebaxê de 78 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hat bibîrxistin ku mirina sivîlan li van bajar û jîngehan rû dane: "Bûrsa, Edene, Erdexan, Riha-Pirsûs, Kîlîs, Stenbol, Şirnex-Cizîr, Şirnex-Silopiya, Şirnex-Hezex, Mersîn, Amed, Mêrdîn-Nisêbîn, Mêrdîn Artûklû, Agirî-Sitkiye, Zergelê, Agirî-Giyadîn, Sakarya, Bedlîs-Tetwan, Mûş-Gimgim, Stenbol, Colemêrg-Gever."
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HDP'Ê
Hat ragihandin ku êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan de, di 15 rojên dawî de li Kocaelî, Kirşehîr, Bûrdûr, Stenbol, Antalya, Edene û Osmaniyeyê rû dane.