6 sal ceza ji bo Parlemetera HDP’ê Bûrcû Çelîk hat dayîn

6 sal cezayê girtîgehê da Perlemetera HDP’ê Burcû Çelîk.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan di 19’ê Nîsanê de li Mûşê hatibû binçavkirin û girtin û doz li wê hatibû vekirin. 4’emîn rûniştina doza Çelîk Ozkan a bi îdîaya “Endamê rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê kirin” û “Bi eşkere gel teşwîqê dijminantiyê kirin” 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê destpê kir. Malbata Ozkan, parlamenterên HDP’ê Ahmet Yildirim, Saadet Becerîklî, Sîbel Yîgîtalp, Adem Geverî û rêveberên HDP û DBP yên navend û navçeyan başdar bûn.

Parlamentera HDP’ê Bûrcû Çelîk Ozkan ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncana Enqerê, bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû. Ji ber pirsgirêka SEGBÎS’ê doz dereng dest pê kir. Piştî tespîta nasnameyan Ozkan parastin kir. Ozkan, îdîayên der barê xwe de red kirin û wiha axivî: “3 mehin keça xwe ya 3 salî nabînim. Ez di 5-6 saliya xwe de bi malbata xwe re bi darê zorê hatim koçberkirin. Niha jî heman tiştan dijîm. Tiştên di zarokatiya min de ji bo min rewa dîtin, niha jî ji bo zaroka min a biçûk rewa dibînin.” Ozkan, da zanîn ku tevlî merasîmên cenazeyan bûyîn jî sûc tê dîtin û wiha got: “Min peywira xwe ya olî û mirovî pêk anî. Darizandina min siyasî û yek aliye. Ji ber vê yekê tehliya xwe dixwazim.”

Heyeta dadgehê navber da û piştî navberê, ji sûcên “Endamê rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û ““Bi aşkere gel teşwîqê dijminantiyê kirin” beraet da Ozkan. Heyetê bi îdîaya “Ligel ne endamê rêxistinê ye, alîkarî û cihê razanê daye rêxistinê” jî 6 sal cezayê girtîgehê da Ozkan.

Parêzeran diyar kirin wê îtiraza biryarê bikin.