6'ê Gulanê û 3 gel
6'ê Gulanê di hiş û mejiyê sê gelên bingehîn ên li Rojhilata Navîn de xwedî cihekî girîng e. Hewldana qetilkirina Ocalan, darvekirina Denîzan û qetilkirina 21 rewşenbîrên Ereb di vê rojê de pêk hatin.
6'ê Gulanê di hiş û mejiyê sê gelên bingehîn ên li Rojhilata Navîn de xwedî cihekî girîng e. Hewldana qetilkirina Ocalan, darvekirina Denîzan û qetilkirina 21 rewşenbîrên Ereb di vê rojê de pêk hatin.
6'ê Gulanê di hiş û mejiyê sê gelên bingehîn ên li Rojhilata Navîn de xwedî cihekî girîng e. Hewldana qetilkirina Ocalan, darvekirina Denîzan û qetilkirina 21 rewşenbîrên Ereb di vê rojê de pêk hatin.
Roja 6'ê Gulanê di dîroka gelên Kurd, Tirk, Ereb de weke rojeke reş bi cih bû be jî, vê rojê weke roja têkoşîneke girîng a li dijî serdestan, mîrateyek li dû xwe hiştiye.
Di dema dawî ya Osmanî de, ku dema desthilatdariya Îttîhat û Terakkî bû, îsyan û têkoşîna azadiyê ya gelên Ereb bilind bûbû. Cemal Paşa, bi hinceta ku bi dewletên Ewropî re têkilî danîne, hevdîtin kirine û ji bo serxwebûnê destek ji Fransayê xwestine, ji 33 rewşenbîrên Ereb ên zevt kiribûn, li bajarokê Aliye yê li Lubnana îro sewqî dadgeha leşkerî kir. Di nava rewşenbîrên hatin darizandin de entelektuelên girîng ên cîhana Ereb, rojnamevan, hin endamên Ereb ên Parlamenta Osmanî û rahîbek jî hebûn. Piraniya wan bi îdamê hatin mehkûmkirin û di 6'ê Gulaan 1916'an de li meydana Merce ya Şamê û meydana Bûrc a Beyrûdê hatin darvekirin. Têkildarî yên nehatin girtin jî cezayê îdamê hat birîn û di serî de malbatên van mehkûman bi hezaran Ereb sirgûnî deverên cuda yên Anatoliyê hatin kirin. Gelên Ereb ên li Sûriye û Lubnanê roja 6'ê Gulanê weke 'Roja Şehîdan' bibîr tînin.
6'ê Gulanê ji bo gelên kedkar ên Tirkiyeyê jî weke rojeke reş, lê di heman demê de wke roja hêvî û têkoşînê tê pêşwazîkirin. Ji pêşengên şoreşa gelên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di 6'ê Gulana 1972'an de, xwe teslîmî celadan nekirin û bi gotina 'Bijî Biratiya Gelan' ku di kêliya dawî de bilêv kirin, navên xwe li dîrokê nivîsandin.
'DENGÊ TEQÎNÊ LI DERVEHÎ ŞAMÊ JÎ HATIBÛ BIHÎSTIN
6'ê Gulanê di nava gelê Kurd û Kurdistanê de jî, xwedî wateyekê ye. Di vê rojê de, ji bo qetilkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wesayîtek bombebarkirî li navenda Şamê hat teqandin. Wesayîta bombebakirî li nêzî maleke çîftlîkê ya sed metre nêzî mala çîftlîkê ya weke qada perwerdeyê dihat bikaranîn, hatibû teqandin û ji ber dijwariya teqînê mala li nêz bi erdê re bûbû yek, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn. Teqîn li her devera Şamê hatibû bihîstin û hîskirin.
Temamiya detayên vê teqînê eşkere nebûye, lê belê diyar e ku hedefa êrîşê Ocalan bû.
Serhan Romî ku di dema vê teqînê de li Şamê bû û weke welatparêzekî di nava xebatên PKK'ê de cih digirt, qala wê rojê dike:
"Ez wê demê li Şamê li taxa Hacer Esved dimam. Teqîna li Şamê bi şev saet li dora 10'an pê hat. Dema teqînê rû da em li malê bûn. Mala min bi qasî 10 kîlometreyan dûrî cihê teqînê bû. Lê belê dengê teqînê li derveyî Şamê jî hatibû bihîstin. Dengê teqîneke dijwar bû û her kes ji mala xwe derket, hewl da hîn bibin bê çi qewimî ye. Me hewl dan bibînin bê li kîjan alî teqîn çêbûye. Piştî rojekê heval hatin cem me û em hingî hîn bûn, bê bûyer çi ye. Dewleta Tirk ji bo Serok Apo qetil bike, wesayîteke bi teqemeniyê dagirtî li nêzî çîftlikê teqandibû. Xuya ye newêrîne li cihê heval lê ne park bikin, ku li nêzî çîftlîkek 100 metreyî dûrî wan park kirine. Di vê teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Piştre min ji wezîfedarekî dewletê yê nas pirsî. Wî jî got; yê ev kir dewleta Tirk e."
'SEROK BANDOR LI GELÊ ROJAVA KIR'
Romî da zanîn, ku armanca bombeya li Şamê hat teqandin têkbirina hêviya gelê Kurd bû û got, "Bi vê teqînê xwestin gelê Kurd têk bibin. Êrîşeke bi vî rengî ya li hemberî Serok, di destpêkê de moralê mirovan xera kir, lê piştre dema hat bihîstin tiştek nebûye, moralê her kesî baş bû.Serok Apo beşeke mezin a tevahiya gelê li Rojava dît, nas kir. Bandor li gelê Rojava kir. Hêviyeke mezin da gelê Kurd. Eger bûyereke bi vî rengî bi ser ketibûya, wê gelê me têk çûbûya.
'SEROK APO PIŞTRE NÊRÎN Û BERÊ ME GUHERAND'
Serhan Romî anî ziman ku wan beriya PKK'ê navê 'Apoyî' bihîstin û got, "Min Rêber Apo li mala Celal Aloş a li heman taxê, di zivistana 1981'ê de dît. Em li malê çend kes bûn. Ew jî tevî du kesan hat. Piştî demekê axivî. Bi qasî saetekê ma. Dûre çû. Di destpêkê de rewşa Filîstiyan vegot. Piştre qala rewşa Kurdan kir. Xwest Kurd hev bigirin, hev bernedin. Berî em Serok nas bikin, me didan dû hin tevgerên din ku digotin li ser navê Kurdîtiyê tevdigerin. Piştî ku me Serok dît, lê guhdarî kir, nêrîn û berê me guherî. Piştî ku ew derket, ewilî em li ser heybeta wî axivîn. Heybeta wî beriya her tiştî bal dikişand. Di sala 1988'an de min cara duyemîn Rêbertî dît. Me erzaq bir kampek li Bekaayê. Piştî danîna erzaqê diviyabû vegeriyam, lê gotin, 'Rêbertî wê bê, tu naxwaze bibîne?' Min jî got, 'bêguman dixwazim, çawa nexwezim bibînim'. Hin mirovên li derveyî me jî hebûn. Yên ew meraq dikirin gelek bûn, ku hatibûn."