54 saziyên sivîl ên Wanê êrîşên Rojava şermezar kirin
54 saziyên sivîl ên Wanê êrîşên Rojava şermezar kirin
54 saziyên sivîl ên Wanê êrîşên Rojava şermezar kirin
54 STK yên Wanê hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de êrîşên li hemberî Rojava hatin şermezarkirin.
54 STK yên Wanê bi armanca êrîşên li dijî Kurdan şermezar bikin li Parq Feqiyê Teyran hatin cevm hev. Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî tevli çalakiyê bû.
Serokê SES a Wanê Yilmaz Berkî axivî û diyar ki ku komkujiyên li hemberî Kurdan zêde bûne û ev jî bi destê çeteyên çekdar yên El Qaîdeyê pêk tên. Berkî destnîşan kir ku di çend rojên dawî de ji aliyê eniya El Nusra ya girêdayê El Qaîdeyê ve komkujiyek mezin li hemberî kurdan pêk hatiye û nêzî sed sivîl hatine qetil kirin û bi sedan jî dîl hatine girtin. Berkî wiha pê de çû: “Desthilatdariya AKP’ê ku êrîşên li Misirê pêk tê û Hêzên Esad şermezar dike, kurdan hedef digire û bêyî ku zarok û jin, êrîşên hovane pêk tîne.
Berkî da zanîn ku jin û zarok bi awayek hovene hatine qetilkirin û wesayîtên amûrên mirovahiyê dibin jî tên astengkirin û got: “Ev jî bi destê AKP’ê tê kirin. AKP çeteyan diparêze û bi rêve dibe. Ligel hemû hewldanan deriyê sînor vnakin. Ev jî gumanên me yên li hemberî AKP’ê di vê pêvajoya çareseriyê de zêde dike.
Berkî da zanîn ku careke din komkujiyê şermezar dikin û got ew li dijî her cureyê êrîşê ne.
Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan pêk hat.
54 STK'yên êrîş şermezar kirin wihane:
SES a Wanê, Egîtîm Sen a Wanê, Yapi Yol a Wanê, Tum Bel Sen a Wanê,ESM a Wanê, Haber Sen a Wanê, BES a Wanê, Tarim Orkam Sen a Wanê, BTS ya Wanê, Nûneriya Çand û Hunerê ya Wanê, DÎSK, TMMOB a Wanê, Odeya Endezyarên Înşatê ya Wanê, Odeya Mîmaran a Wanê, Odeya Endezyarên Ziraatê, Odeya Endezyarên Elektîrîkê, Odeya Endezyarên Makînê ya Wanê,Odeya Endezyarên Jeolojiyê, Odeya Endezyarên Nexşerê û Kadastro a Wanê, Odeya Endezyarên Kîmyaê, Odeya Endezyarên Madenê, Odeya Endezyarên Xurekê, Odeyama Mîmarên Peyzajê, ÎHD,MAZLUM DER, TUYAD DER, KURDİ DER, VAKAD, GÖÇ-DER, MEYA-DER, Hakkari-Van TTB, Mala Piştgiriyê ya Wanê, ÇEV-DER, Konseya Bajar, HDK, KCD, Dayikên Aştiyê, Komeleya Oldaran, Belediye Îş, însiyatîfa Azadî, GÎAD, Komeleya Lêkolîna Civakî û Aborî, Meclisa Bajar a Jinan, Meclisa Ciwanan, Tamara San-der, İnsan der, Mamoste der, Mina Ka der, VATSO, YAKA KOOP,Komeleya Hunermendên Jin, Komeleya Jinan a Mavî Gol, Nûneriya ÎHD’ê ya Başûrê Rojhilat û Rojhilat a Anatolya, Baroya Wanê, DDKD