51 saziyên li Elmanyayê dest bi kampanya 'Êdî bes e' kirin
51 saziyên li Elmanyayê dest bi kampanya 'Êdî bes e' kirin û gotin, "Em ê bi têkoşîna hevpar, qedexe û astengiyan ji holê rakin."
51 saziyên li Elmanyayê dest bi kampanya 'Êdî bes e' kirin û gotin, "Em ê bi têkoşîna hevpar, qedexe û astengiyan ji holê rakin."
Nûnerên kom û saziyên ji gel û olên cuda yên li Elmanyayê li hev civiyan û dest bi kampanya 'Êdî bes e' (Es reicht) kirin. Armanc ji vê kampanya 51 saziyan ew e, ku hikumeta federal a Elman dawî li êrîşên xwe yên li dijî hêzên demokrasiyê bi taybetî li dijî gelê Kurd bîne.
Kampanya bi dirûşma "Em ê bi rêya têkoşîna hevpar mafên xwe yên bingehîn biparêzin" li paytext Berlînê bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin. Civîna çapemeniyê li meydana Brandenbûrg Tor pêk hat û nûnerên saziyên dest bi kampanyayê kirin, daxwazên xwe ragihandin.
Metna hevpar a çapemeniyê ya saziyan ji aliyê rêveberê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Yilmaz Gunay ve hat xwendin. Nûnerên saziyan jî her wiha bi kurtasî nêrînên xwe anîn ziman. Di metna daxuyaniyê de bal hate kişandin ser astengiyên di dema dawî de zêde bûne.
Di daxuyaniyê de astengiya li pêşiya Festîvala Çanda Kurd a li Kolnê û êrîşa polîsan a 4'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê li dijî meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hate lidarxistin, hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:
"Meş û mîtîng, eşkerekirina nêrîn û fikra xwe mafên me yên demokratîk ên bingehîn e li Elmanyayê. Lewma em qedexe û êrîşên li dijî van mafên me tên kirin, qebûl nakin. Em ê qedexe û astengiyên li pêşiya pêwîstiyên me yên însanî, xwarin, vexwarin, pirtûk û muzîkê, qedexekirina al, pankart, wêne, dowîz û dirûşman, bi rêya têkoşîna hevpar ji holê rakin."
Saziyan ragihandin ku wê bi hemû sazî û dezgehên demokratîk û antî faşîst ên alîgirê mafên mirovan, demokrasî û azadiyê ne bi hev tevbigerin û destnîşan kirin ku qedexe û astengiyên dewleta Elman ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ser saziyên Kurdan, saziyên şoreşger, koçber û demokratîk ferz dike, qebûl nekin.
'TIŞTEKÎ RASTHATÎ NÎNE KU HÊZEKE FAŞÎST A MÎNA AFD'Ê CIHÊ XWE LI MECLÎSÊ DE GIRTIYE'
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev feraseta ku azadî û mafên demokratîk ji nedîtî ve tê, xizmetê ji zîhniyeta faşîst, nîjadperest û antî demokratîk re dike û hat gotin, "Ji ber vê yekê, cihgirtina hêzên faşîst, nîjadperest, dijberê koçberan ên mîna AfD'ê li parlamenta Elmanyayê, tiştekî tesadûfî nîne."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdebûna qedexe û zextan li ser wan ferz dike ku li Elmanyayê jî têkoşîna demokrasiyê bimeşînin.
'PIŞTGIRIYA ME YA JI BO PYD, YPG Û YPJ'Ê WÊ DEWAM BIKE'
Saziyan dan xuyakirin ku hewldanên hikumeta Merkel ên ji bo krîmînalîzekirina hêzên demokrasiyê wê ti carî bi ser nekevin û diyar kirin ku qedexekirina PKK'ê ya ku kete sala 24'an û qedexekirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Kurdan bi ti awayî mafdar û meşrû nîne.
Saziyan dan zanîn, qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ'ê jî asteke nû ya piştgiriya ji bo dîktatoriya Erdogan û DAIŞ'ê nîşan dide û gotin, "Bi rêya van qedexeyan, polîtîkayên dîktator Erdogan ên li dijî Kurdan li Elmanyayê jî tê meşandin û bi vî rengî hevkarî ji polîtîkayên faşîst ên AKP-MHP'ê re tê kirin."
51 saziyan destnîşan kirin ku wê piştgiriya xwe ya ji bo PYD, YPG û YPJ'ê bidomînin û ev bang kirin:
"Em bang li hemû dezgeh û saziyên demokratîk û antî faşîst ên alîgirê mafên mirovan, demokrasî û azadiyê ne dikin ku bi hev re têbikoşin."
Sazî û organîzasyonên dest bi kampanyayê kirine ev in:
1. KCDK-E / Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê
2. AvEG-KON/ Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê
3. TJK-E/ Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê
4. ATIK/ Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê
5. NAV-DEM / Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê
6. HDK-A (Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê)
7. BAF (Fona Aştiyê ya Ewropayê ya li dijî Şer û Dîktatoriyê)
8. ADHK / Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê
9. Yeni Kadın / Jina Nû
10. YDG / Ciwanên Demokratîk ên Nû
11. SKB / Yekîtiya Jinên Sosyalîst
12. YS / Young Struggle
13. Yaşanacak Dunya / Cîhanek lê bê jiyîn
14. MDDK / Kongreya Gel a Demokratîk (Asûrî)
15. FEDA / Federasyona Elewiyan a Demokratîk
16. ADEF (Federasyona Yekîtiyên Dersimê ya Demokratîk li Ewropayê)
17. Jinên Ciwanên Azad
18. SYKP / Partiya Rizgariyê ya Jinûve ya Sosyalîst
19. TAJE-E/ Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê
20. FDG / (Federasyona Komeleyên Dersimê li Ewropayê)
21. CÎK / Civaka Îslamî ya Kurdistanê
22. NAV-YEK / Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê
23. Partiya Kesk û Çep
24. Partiya Şoreşger li Ewropa
25. ISKU
26. YXK (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê)
27. KOMEW (Malbatên Mexdûr û Windayan)
28. Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat
29. Însiyatîfa Mereşê ya Ewropayê
30. Însiyatîfa Kurecikiyan li Ewropayê
31. Jinûve avakirina Dersimê
32. Dusseldorf fur Kürdistan
33. IL- Intervenstionische Linke
34. FIDEF (Federaysona Komeleyên Karkeran li Elmanya ya Federal)
35. TATORT - KURDISTAN
36. AKKUSTAN
37. KV Die Linke Dusseldorf
38. NRW Landesverband Die Linke
39. PYD -Ewropa
40. Platforma Zagros
41. PEKAN / Platforma Kurdên Anatoliya Navîn
42. NOR-ZARTOK
43. Platforma Dengê Girtiyan
44. Kurdistan-Solidaritätskomitee Berlin
45. MLPD (Marxistisch-Leninistische Partei Deutschlands)
47. CENI e.V (Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd)
48. Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (Asûrî)
49. Meclîsa Sirgûnên li Ewropayê
50. Platforma Derya Reş a li Ewropayê
51. VVN-BdA Dusseldorf