51 kesên HDP’yî û DBP’yî hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/MHP’ê yên li ser HDP û DBP’ê dîsa zêde bû. Li Îzmîrê di serdegirtina malan de 51 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/MHP’ê yên li ser HDP û DBP’ê dîsa zêde bû. Li Îzmîrê di serdegirtina malan de 51 kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê li navçeyên bi navê Çîglî, Kemalpaşa, Karşiyaka, Alîaga, Menemen, Balçova, Karabaglar, Tîre û Torbaliyê polîsan girtin ser malên endamên HDP û DBP’ê.
Di van serdegirtinan de 51 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku 14 kesên divê werin binçavkirin jî ne li mala xwe bûne.
Navê hin kesên ku hatine binçavkirin ev in:
Hevseroka Navçeyê ya HDP’ê ya Menemenê Sadik Varkan, Dîlan Akpolat, Fîdan Kîşîn, Nûralî Kîşîn, Ûfûk Kîşîn, Şakîr Kurt, Mûstafa Dogan, Rêzzan Bozkurt, Pervîn Esen, Mehmet Yilmaz.