50 baroyan nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan dan

Erdogan diyar kiribû ku wê pergala hilbijartina baroyan biguherîne. 50 baroyan daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşan dan.

Serokkomar Recep Tayyip Erdogan diyar kiribû ku wê pergala hilbijartinê ya baroyan were guherandin. Baroyên Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Entalyayê jî di nav de daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku wê vê guherînê qebûl nekin.

Baroyan diyar kirin ku dema vê guherandina qanûnan hatiye amadekirin, fikr û pêşniyazên baroyan nehatine pirsîn û baro neketine nav vê pêvajoyê.

Baroyan gotin ku “Em ê van guherandinên antîdemokratîk dixwaze li bajaran gelek baro werin vekirin,  hejmara delegeyan were guheradin û qanûna parêzertiyê bêqîmet dike, qebûl nekin.

Em vê kirina antîdemokratîk qebûl nakin û diyar dikin ku divê dev ji vê mudaxeleyê were berdan."

Serokên baroyên Edene, Semsûr, Enqere, Entalya, Êlih, Bedlîs, Bûrsa, Çanakkale, Amed, Duzce, Erzîncan, Dîlok, Eskîşehîr, Colemêrg, Hatay, Kayserî, Mêrsîn, Mûş, Ordû, Sêrt, Şirnex, Riha, Tekîrdag,Wan jî tê de serokên gelek baroyan nerazîbûn nîşan dan.