5 welatiyên Elman hatin destgîrkirin

Li Enqerê bi operasyonekê 5 welatiyên Elman hatin destgîrkirin.

Diyar bû ku bi lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê 5 welatiyên Elman hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin 5 welatiyên Elman ku beriya bi çend rojan bi operasyonekê hatine destgîrkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Enqerê têne girtin û haya Konsolosxaneya Elman jî ji vê bûyerê heye.

Li gorî agahiyan derbarê lêpirsînê astengî hatiye danîn û derbarê kesên ku hatine destgîrkirin bi îdîayên ''endamên rêxistinê ne'' û ''propagandaya rêxistinê kirine'' miemeleyên yasayî bi wan hatiye kirin.

Tê payin piştî îfadeyên wan ên li emniyetê 5 welatiyên Elman wê bibin dozgeriyê.

SOYLU BERIYA NIHA GEF XWARIBÛ

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu beriya niha, Adarê gef xwaribû û gotibû, ''Ji bo yên ku li Ewropayê, li Emanyayê tevlî civînên rêxistinên terorê dibin û piştre têne Entalya, Bodrûm, Mûglayê geştê, ji bo wan jî me tevdîr standine. De ka bila werin, ji balafirxaneyan werin hundir. Werin destgîrkirin û yallah, ne wiha rehet e. Li derve xayintiyê bikî, li hundir jî, li Tirkiyê kêfa xwe bike. Ji niha û pê de ne wiha hêsan e.''