5 şehîd li Umraniye bi hev re tên oxirkirin

Cemal Avşar, Vahdettîn Ozkan, Selîm Orz, Ahmet Katûrman û Azîze Onat ên ji ber ku aştîxwaz bûn ji aliyê gladyoya Qesrê ve hatûn qetilkirin, ji aliyên hezaran ve tên oxirkirin.

Cemal Avşar, Vahdettîn Ozkan, Selîm Orz, Ahmet Katûrman û Azîze Onat ên ji ber ku aştîxwaz bûn ji aliyê gladyoya Qesrê ve hatûn qetilkirin, ji aliyên hezaran ve tên oxirkirin.

Cemal Avşar, Vahdettîn Ozkan, Selîm Orz, Ahmet Katûrman û Azîze Onat di komkujiya Enqereyê de hatin qetilkirin, cenazeyên wan li Goristana Ihlamûrkûyû bi tevlîbûna hezaran ve hat oxirkirin.

Ji bo merasîma saet 13.00’an hezaran kes ji saetên sibê ve herikîn mizgeftê.

Rêxistinên HDP ên aliyê Anatolyayê kortej çêkirin û hatin mizgeftê. Ciwanên bi hêrs bi tevlîbûnek mezin bertekên xwe nîşan dan. Ji kortejan dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Şehîdên Aştiyê Nemirin”, “Qatil Erdogan, Qatil AKP”, “Dewleta Qatil wê hesab bide” hatin gotin.

Alên HDP, PKK, Sor û wêneyên şehîdên Pirsûsê hatin rakirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş, Seroka Giştî ya EHD Sîbel Ûzûn û rêveberên ESP, HDP, DISK, KESK, TTB, TMMOB û Dayikên Şemiyê jî tevlî bûn.

Endamên Egîtîm-Sen, cilên li ser wan nivîsên, “Em mamostayê aştiyê ne” li xwe kiribûn. 
Piştî nimêjê, cenazeyên 5 şehîdên aştiyê anîn pêşiya Nûnertiya Dûdûltû ya HDP’ê, li vir rêz hate girtin.

Malbatên şehîdan di axaftinê xwe de gotin, “Xizmên me ne tenê yê me, şehîdên tevahî welat in.” Malbatan diyar kirin ku wê têkoşîna aştî û azadiyê bilindtir bikin û wiha axivîn: “Em ê li ser rêya şehîdên xwe têbikoşin.”

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bi telefonê bang li welatiyan kir, “Ew şehîdên aştî û azadiyê ne. Ew şehîdên gelên Kurd û Tirkiyeyê ne. Bila her kes, Erdogan, dewlet û AKP’e vê baş zanibin, ev komkujî wê dawiya wan be. Em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin, em ê hesabê wê bipirsin.”

Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Alî Taştekîn jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku li hember berpirsê komkujiyê, Qesrê wê têkoşîna xwe ya aştiyê mezintir bikin. 

Piştî merasîmê cenazeyên 5 şehîdan anîn Goristanan Ihlamûrkûyû. Wê her pênc şehîd li gel hev bên defnkirin.